Kalkan: PDK û AKP di nava tifaqê de ne

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku PDK û AKP di nava tifaqê de ne û got, "Gelek PDK'yî di lîsteya AKP'ê de namzet hatin nîşandan."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku PDK û AKP di nava tifaqê de ne û got, "Gelek PDK'yî di lîsteya AKP'ê de namzet hatin nîşandan." Kalkan da xuyakirin ku PDK ne alîgirê tifaq û yekîtiya Kurdan e û destnîşan kir ku ji ber nêzîkbûna hilbijartinên li Başûrê Kurdistanê mîna AKP'ê siyaseta rageşiyê dimeşîne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di bernameya Polîtîk Alan a MED NÛÇE de bersiv da pirsên Ersîn Çelîk ên li ser rojevê.

BI HEQARET Û GEFXWARINÊ RE HEWL DIDIN PIRSGIRÊKÊ BINIXUMÎNIN

Kalkan der barê gotinên PDK'ê yên li dijî daxuyaniyên wî de diyar kir, ku hema hema hemû gotinên weke bersiv jê re hatine dayîn gef û heqaret in.

Kalkan got, "Beriya her tiştî ez van heqaretan radestî xwediyê wan dikim. Diyar e nêrînên wan nîne ku heqaretê dikin. Halbûkî min nêrînên teorîk, polîtîk û îdeolojîk ên partiya me rave kiribû."

Kalkan di dewama axaftina xwe de got, "Ji ber ku ne demokratîk in, nikarin der heqê bernameya me ya demokrasiyê de tiştekî bêjin. Bi gef û heqaretê re hewl didin ser pirsgirêkê binixumînin. Halbûkî ev rewşeke şexsî nîne. Wekî din reaksiyona destpêkê ya hin kesan jî gotina 'dengê vî bibirin' bû. Diyare heta niha, ji bilî yên xwe dengê her kesî qut kirine. Niha jî dixwazin qut bikin. Ji xwe, ji bo dengê Rêber Apo bibirin ev 17 sal in xistine Îmraliyê. Piştî ku gotin dengê wî bibirin, êdî li Îmraliyê ti hevdîtin nehat kirin."

RASTIYA PKK Û PDK'Ê JI HEV CUDA NE

Ji bo pirsa 'hûn dibêjin di navbera van herdu rewşan de paraleliyek heye?' Kalkan ev bersiv da:

"Bê guman tê dîtin ku mesaj ji hin aliyan re çûye, lewma deng birîne. Ya ecêb jî ew e ku dibêjin gotinên min, rastiya ku PKK xistiye nava 'lîsteya rêxistinên terorê' ye. Mirov matmayî dibîni, çi eleqeya xwe bi hev heye. Halbûkî gelê Kurd û raya giştî ya cîhanê baş dizanin ku ji bo PKK di 'lîsteyên terorê' yên hin dewletan de were bicihkirin kê pirtûk nivîsandine, kê biryarên dizî girtine, kê bi kê re xebateke veşartî meşandine. Ji xwe ewqasî girîng jî nîne. PDK beriya 6 mehan ji lîsteya 'rêxistinên terorê' ya DYA hat derxistin."

Kalkan diyar kir ku hin kesan daxuyaniyên mîna ku ez nayêm naskirin, der heqê min de guman hene, dane û ev xal destnîşan kir: "Halbûkî yên vê dikin, eger ji serokê xwe yê giştî Mesût Barzanî bipirsiyana, wê der heqê min de bibûna xwedî agahiyeke têrker. Min firsend dît rehmetî Îdrîs Barzanî nas bikim û hevdîtinê pê re bikim. Rehmetî Felakattîn Kakaî, kedkarê PDK'ê Alî Abdûllahî, Azad Berwarî, Doktor Cercîsî...Yanî tevahiya Polîtburo ya PDK'ê ya pêşmergetî kiriye, baş nas dikim, ew jî min baş nas dikin. Polîtburo ya min nas nake kî ye? Bila ew ji xwe fikar û gumanan bikin. Naxwe tiştekî bi vî rengî nîne.

Rewşeke din a balkêş jî ew e ku ji ber di bernameyeke bi Tirkî de bi Tirkî axivîm, rexne û êrîşên bi vî rengî li min hatin kirin. Di bernameya Tirkî de gelo bi kîjan zimanî tê axivîn, me fêm nekir. Dibêjin qaşo gotinekê bi Kurdî nizanim. Ev mijareke cihê nîqaşê ye, lê belê di nava PKK'ê de tê gotin ku herî zêde ez bi hevalên ji Başûr li hev dikim. Wekî din, min ev jî fêm nekir: PDK a ku bi dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê re ewqas dost e, di nava yekîtî û tifaqê de ye, çawa ewçend li dijî Tirkî û Tirkîtiyê ye, bi rastî min fêm nekir. Cudahiya bingehîn a di navbera PKK û PDK'ê de ji xwe di vir de ye. Rêber APo bi Kemal Pîr, Hakî Karer re ket ser rê berî 44 salan. Em jî kêm zêde ev 42 sal in hewl didin vê rêyê bişopînin. Li ser bingeha yekîtiya demokratîk û biratiya gelan têkoşîn tê meşandin. Rastiyeke ne cihê nîqaşê ye ku ev helwesta demokratîk û azadîparêz, bi gelê Kurd dide qezençkirin. Lewma rastiya PKK û PDK'ê ji hev cuda ne."

LÎSTIKA AKP'Ê

Kalkan da xuyakirin ku beriya niha gelek caran nêrînên xwe yên li ser rewşa Başûrê Kurdistanê aniye ziman , lê belê ji nişka ve beriya 15 rojan rastî nerazîbûneke bi vî rengî hatiye û destnîşn kir ku pêwendiya vê yekê bi polîtîkaya rojane heye. 

Kalkan diyar kir ku di vir de hesabekî polîtîk heye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Hin heval dibêjin, 'Li Başûrê Kurdistanê hilbijartin heye, lewma PDK ewçend tengav e'. Nizanim, haya min ji detayên siyaseta Başûrê Kurdistanê zêde nîne. Desthilatdarî bi çi rengî dimeşe, zêde pê re eleqedar nabim, bila ya wan be. Lê belê ji bo demokratîk bibe hesasiyeta me ya îdeolojîk li ser tevahiya Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn heye. Weke PKK'ê em vê dişopînin. Ev yek berpirsyariyeke me ya sekna felsefîk, îdeolojîk e. Eger bi vî rengî be, wê demê bila hin kes di ser pişta min re têkoşîna serokatiyê nemeşînin. Ev ne rast e, wê neheqiyek be. Bila her kesên li Başûrê Kurdistanê jî bizanibe, bi reşkirina min re bila kesî neke serok. Li Başûrê Kurdistanê divê rageşiyek li ser vê bingehê nebe. Lê ez bi heman rengî nafikirim. Bi dîtina min hîn lingê Tirkiyeyê, yê Bakur girîng e. Di nava vî karî de lîstika AKP'ê heye. AKP dixwaze beriya hilbijartinan Kurdan berde hev."

AKP'Ê PDK'YÎ NAMZET NÎŞAN DA

Kalkan di vê çarçoveyê de bal kişand ser pevçûnên di navbera eşîrên li Colemêrgê û tevgera leşkerî û anî ziman ku AKP bi hemû hêza xwe êrîşî HDP'ê dike û bi awayekî balkêş Selahattîn Demîrtaş hedef digire. 

Kalkan got, "Ne partî, feraset û xet, kes hedef tê girtin. Di kesayetiya şexs de, bi lînçkirina kesan re dibêje qey wê di nava civakê de siyaset reş bibe, winda bike. Ya li Bakur û Başûr diqewime di nava ahengiyekê de ne. Bi dîtina min li pişt vê AKP heye. Piştî ku Tayyîp Erdogan got 'Pirsgirêka Kurd nîne' yanî 'Maf û gelê Kurd nîne', li dijî pêvajoya çareseriyê derket û bi vê yekê re AKP'ê bi hemû hêza xwe êrîşî HDP'ê kir. PDK jî rageşî û aloziyeke bi heman rengî diafirîne. Bi dîtina me ev yek lîstikeke AKP'ê ye û pêwendiya xwe bi bûyerên rojane yên siyasetê ve hene. Ji ber vê yekê divê PDK bêhtir vekirî û hay ji xwe hebe. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku bi AKP'ê re di nava tifaqê de ne. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de destekê didin AKP'ê. Gelek PDK'yî di lîsteya AKP'ê de namzet hatin nîşandan."

'PDK NE ALÎGIRÊ TIFAQA KURD E'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan li hemberî vê tifaqa PDK-AKP'ê bal kişand ser bloka demokratîk a bi HDP'ê re hatiye avakirin û got, "Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi taybetî li Kurdistanê em ê bibînin ku gelê Kurd wê destekê bide kê. Lê belê divê ev were zanîn: PDK ne alîgirê tifaqa Kurd e. Li Bakurê Kurdistanê, di siyaseta Tirkiyeyê de tevlî tifaqa Kurd nebû, destekê nade. Berevajî, destekê dide AKP'ê. Ji xwe bi awayekî vekirî destek dan AKP'ê. Niha jî bi vî rengî destekê didin û ev hemû jî pêwendiya xwe bi têkoşîna hilbijartinê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heye. Siyaseta rageşiyê ya AKP'ê û siyaseta rageşiyê ya PDK'ê li hev tên. Di heman demê de derketin holê û hemû jî dixwazin li Tirkiyeyê careke din AKP qezenç bike. Li ser vê bingehê derket holê û ji aliyê Tayyîp Erdogan ve hat destpêkirin. Bila her kes vê rastiyê zanibe, bibîne.

Têkoşîneke bi vî rengî ya siyasî nabe. Bila bêjin, belê tifaq rast e. Bila bibêjin, îdîa bikin ku AKP'ê pirsgirêka Kurd çareser kiriye, Tirkiye rizgar kiriye. Çima bi vî rengî tevnagerin û bi awayekî sergirtî destekê didin."

'YEKÎTIYA KURD A BÊ DEMOKRASIYÊ NABE'

Kalkan destnîşan kir ku ji ber rexneyê li siyaseta PDK'ê ya heyî dike, nabe ku kes heqaretê li wî bike û got, "Hinekî din jî dibêjin, em siyaseta PKK'ê rast nabînin. Ji xwe her tişt tên gotin. Ev nîqaşeke. Divê kes pêşî li nîqaşê negire. Divê nîqaşeke azad û demokratîk be, raman û bilêvkirin azad be, li Kurdistanê jî li Rojhilata Navîn jî. Em ji bo vê têdikoş in. Li gef, heqaret û hewldanên tepisandinê rast tên, lê belê sekneke me li dijî van hemûyan heye. Ev gef, heqaret rêbaza yên xwedî xeteke qels a îdeolojîk in. Ji ber ku em di vê qadê de xurt in, rêbazên bi vî rengî qîmeta xwe ji bo me nîne. Lê ev anormal e: Çima PDK ne di nava bloka HDP'ê de ye? Bi DBP'ê re tifaqê nake, lê bi AKP'ê re tifaqê dike? Wekî din PDK li çar parçeyên Kurdistanê xwe birêxistin dikin, lê belê dema me li ser navê PKK'ê der heqê Başûr de du gotin bilêv kir, qiyamet rabû.

Ev 33 sal in ez li vir im. Em rêxistineke Kurd in, wekî din jî naxwazim tiştekî din bêjim. Lê belê tuyê li her deverê xwe birêxistin bike, lê yên din wê vê neke... Ev yek li pêşiya kongreya neteweyî asteng e. Em di vir de vê dibêjin; yekîtiya Kurdan divê, ev yekîtî jî ancax yekîtiya demokratîk be. Bêyî demokrasiyê Yekîtiya Kurdan nabe. Yekîtiyek di bin kontrola PKK'ê de nabe, yekîtiyek di bin kontrola PDK'ê de nabe, yekîtiyek di bin kontrola YNK'ê de nabe. Divê em hemû feraseta 'bila yekîtî di bin kontrola min de be' biterikînin. Yekîtiya Kurd neçar e demokratîk be. Ji xwe bi vî rengî be wê bi qîmet be. Eger Kurd yekîtiyeke demokratîk a bi vî rengî di nava xwe de ava bikin, wê bibin afirînerên Rojhilata Navîn a sedsala 21'an."