Hîmê Navenda Çanda Dînî hate avêtin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya aliyê dînî yê xweşbînî û dabînkirin aştiyê bîne pêş, dest bi avakirina Navenda Çanda Dînî kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya aliyê dînî yê xweşbînî û dabînkirin aştiyê bîne pêş, dest bi avakirina Navenda Çanda Dînî kir. Navenda ku meha Adarê binaxê wê hatiye danîn, 30'ê Nîsanê merasîma hîmavêtina wê tê lidarxistin dê meha Kewçêrê bê vekirin. 1 milyon û 214 hezar lîre lêçûna vê navendê heye.

Navenda Çanda Dînî ku projeya wê ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Fenî ve hatiye terxankirin 30'ê Nîsanê roja Pêncşemê bi merasîmekê binaxê wê tê avêtin.

Alîkarê Sekreterê Giştî Abdullah Sevînç der barê hîmavêtina Navenda Çanda Dînî de diyar kir, ev navend yek ji xebatên civakî ya Şaredariyê ye. Sevînç, aşkera kir, ji ber ku cihê navend lê tê avakirin balafirgeh heye, avahî ligel jêrxaneyê du qat e û got, di navendê de wê şîngeha jin û mêran, xwaringeh, kargêrî û polên dersan hebin ku tê de dersên dînî bêne dayîn.  

MEHA KEWÇÊRÊ DIQEDE

Sevînç bal kişand ku îhaleya tesîsê buhayê 1 milyon û 214 hezar û 900 lîre girtiye, xebatan meha adarê dest pê kiriye û got, dê dawiya meha kewçêrê jî biqedin. Sevînç aşkere kir ku cihê avahiyê 1860 mekrekare ye û got, li gorî plansaziyê dê ji sedî 60ê vê qadê ji bo şîngehê were dabînkirin.

LI HERÊMÊ YA PÊŞÎN E

Sevînç, bal kişand ku şaredarî tenê xebata rê, av û cihokan nîn e û got, divê di warê civakî de jî xebat bêne meşandin. Sevînç da zanîn ku wan Navenda Çanda Dînî ji bo gel wek navendeke civakî dabîn kiriye û got, ev navend dahatûyê wê malovaniya gelek çalakiyên dînî bike. Sevînç, anî ziman, ji bo gel di warê dînî de rast û durist bête gihandin alimên dînî dê li vê derê dersan bidin û got, ev navend bi vî aliyê xwe dê xizmeteke giring pêk bîne ku li herêmê nimûneya wê tune ye.

WÊ ŞÎNGEH JÎ HEBE

Sevînç aşkera kir, di vê navendê de mala şînê wê ji bo jin û mêran bêne amadekirin û got, ev şîngehên li gorî dab û nêrîtên civakê dê welê bin ku her kes bikaribe jê sûdê wergire.