Nasnameya 17 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan -HAT NÛKIRIN-
Nasnameya 17 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin.
Nasnameya 17 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin.
Nasnameya 17 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Mezintirîn destketî û berhemên me yên li refên azadiyê bi xwînê li dîrokê hatine nivîsandin û bi pizotên agir li dîrokê hatine neqişandin, şehîdên me ne. Wan şehîdan di têkoşîna tevgera azadiyê ya 40 salî de xwe ti carî ji fedekarî, cesaret û rûmetê venegirtine."
Daxuyanî bi vî rengî ye: "Weke tevgera azadiyê eger em îro behsa serketina têkoşîna azadiyê û vê serketinê li rûpelên zêrîn ên dîrokê dinivîsînin, li xaka Mezrabotan jiyaneke nû diafirînin; diyare ku em vê rastiyê deyndarê şehîdên azadiyê ne.
Mezintirîn destketî û berhemên me yên li refên azadiyê bi xwînê li dîrokê hatine nivîsandin û bi pizotên agir li dîrokê hatine neqişandin, şehîdên me ne. Wan şehîdan di têkoşîna tevgera azadiyê ya 40 salî de xwe ti carî ji fedekarî, cesaret û rûmetê venegirtine.
Bi şehîdên heqîqetê re li xaka Mezrabotan li cihê mirovahî li qiraxa Çemên Dîcle Firatê winda kiriye, jiyaneke nû hiltê. Xeyalên Xwedawenda Bingehîn gav bi gav li vê xakê şîn dibin. Ji xweliyên vemirî, berxwedan û jiyana îsyanê destpê dike. Li ser vê bingehê em soza xwe ya li şehîdan û malbatên şehîdan ên bi rûmet dubare dikin. Ji hemû malbatan re sersaxiyê dixwazin, êşa hemû malbatên dil dane vê dozê, parve dikin. Rêz û silavên xwe pêşkêşî hemû malbatan dikin."
NASNAMEYA GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DAN
Bayram Yaşar bi nasnav Dijwar Garzan, di sala 1974'an de li Hezo ji dayik bû, di sala 1988'an de tevlî bû, di sala 1995'an de li Garzan/Sasonê jiyana xwe ji dest da.
Bulent Çîtîl bi nasnav Şoreş, di sala 1976'an de li Erxeniyê ji dayik bû, di sala 1993'an de li Amedê tevlî bû, di sala 1994'an de li Amed/Akdagê jiyana xwe ji dest da.
Muhîttîn Kaganarslan bi nasnav Hebûn, di sala 1974'an de li Hezroyê ji dayik bû, di sala 1992'an de li Hezro tevlî bû, di 30'ê Gulana 1995'an de li Erzînganê jiyana xwe ji dest da.
Şadîn Bîrkan bi nasnav Şoreş, di sala 1976'an de li Pîranê ji dayik bû, di sala 1996'an de li Amedê tevlî bû, di sala 1998'an de li Qada Apê Mûsa ya Amedê jiyana xwe ji dest da.
Şukran Yildirim bi nasnav Devrîm, di sala 1982'and e li Liceyê ji dayik bû, di sala 1999'an de li Amedê tevlî bû, di sala 1999'an de li Garzanê jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Salîh Ûlûg bi nasnav Piling, di sala 1974'an de li Bismilê ji dayik bû, di sala 1991'ê de tevlî bû, di 5'ê Hezîrana 1993'an de li Mûşê jiyana xwe ji dest da.
Mûharrem Dûlge bi nasnav Dûman, di sala 1975'an de li Kocakoyê ji dayik bû, di sala 1993'an de li Stenbolê tevlî bû, di 23'ê Nîsana 1997'an de li Amed/Hênê jiyana xwe ji dest da.
Mûstafa Yildirim bi nasnav Medyar, di sala 1977'an de li Liceyê ji dayik bû, di sala 1992'an de li Amedê tevlî bû, di sala 1994'an de li gundê Kanika yê Amedê jiyana xwe ji dest da.
Recep Guneşlî bi nasnav Welat, di sala 1968'an de li Farqînê ji dayik bû, di sala 1991'ê de li Liceyê tevlî bû, di 13'ê Sibata 1995'an de li Amed/Pîranê jiyana xwe ji dest da.
Vedat Dogûrûcû bi nasnav Cesûr, di sala 1973'an de li Farqînê ji dayik bû, di sala 1991'ê de li Amedê tevlî bû, di 2'e Îlona 1995'an de li Behdînan/Metîna jiyana xwe ji dest da.
Haci Eroglû bi nasnav Şîrîn, li Çinarê ji dayik bû, di 10'ê Nîsana 1996'an de li Amed/Hênê jiyana xwe ji dest da.
Îlhamî Parlak bi nasnav Menal Zîndan di sala 1966'an de li Hezo ji dayik bû, di sala 1979'an de li Hezo tevlî bû, di 3'ê Tîrmeha 1998'an de li Zagrosê jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Uzel bi nasnav Cîgerxwîn, di sala 1973'an de li Liceyê ji dayik bû, di sala 1992'an de li Liceyê tevlî bû, di 6'ê Hezîrana 1994'an de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da.
Denîz Demîr bi nasnav Botan, li Farqînê ji dayik bû, di sala 1992'an de tevlî bû, di 26'ê Hezîrana 1993'an de li Amedê jiyana xwe ji dest da.
Dûrsûn Çelîk bi nasnav Dilbirîn, di sala 1977'an de li Pasûrê ji dayik bû, di sala 1996'an de li Antalyayê tevlî bû, di sala 1996'an de li Qada Şehîd Remzî jiyana xwe ji dest da.
Salîha Altindal bi nasnav Ayten, di sala 1978'an de li Bismilê ji dayik bû, di sala 1993'an de li Amedê tevlî bû, di Gulana 1997'an de li Amed Dorşînê jiyana xwe ji dest da.
Ramazan Menguç bi nasnav Cemîl Amed, di sala 1961'ê de li Çewlikê ji dayik bû, di sala 1993'an de li Amedê tevlî bû, di 4'ê Hezîrana 2003'an de dema li Mûsilê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.