YPG: Çete ji aliyê hêzên me rastî darbeyên giran hatin

YPG’ê da zanîn ku di encama bersiv û çalakiyên hêzên wan de, komên çete derbeyên giran xwarin û hejmarek hat kuştin

Navenda Ragihandina YPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û da zanîn ku di encama bersiv û çalakiyên hêzên wan de, komên çete derbeyên giran xwarin û hejmarek hat kuştin

YPG’ê di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku Berxwedana Kobanê ya li hember hewldana dagirkeriya rexistina terorê ya DAIŞ'ê tên meşandin ket roja 225'yemîn.

Di berdewamiya daxuyaniya YPG’ê de wiha hate gotin: “Çeteyên DAIŞ'ê şevê din li Rojhilatê Kobanê hewl dan êrîşekî pêk bînin. Dema komên çeteyan dixwestin bikevin gundê Seferiyê ya li ser rêya Rutkê, hêzên me ev ferq kirin û û êrîş birin ser vê komê. Piştî mudaxeleya hêzên me li qadê pevçûnek demkurt hat jiyîn. Di encama vê pevçûnê de 2 endamên çeteyan tevî çek û cebilxaneyên xwe bi saxî hatin destêserkirin. Çeteyên di vê komê de neçar man ji qadê birevin.”

YPG’ê da xuyakirin ku  pevçûnên navbera hêzên me û komên çeteyan de ya ku li ser sînorên rojavaye Kantona Cizîrê tên jiyîn berdewam dike û wiha pê de çû: “Hêzên me şevê din li herêma Xerîta ya giredayî Til Temir, li hember komên çeteyan êrîşek li dar xistin. Êrîşê ku çeteyên a li gundê Mecdel hedef digirt de qasî hat zelal kirin 2 endamên çeteyan hatin kuştin.

Dîsa şevê din li ser xeta sînor a başûre Til Hemis çeteyên DAIŞ'ê bi topên hewanan êrîşek li dar xistin. Hêzên me bi awayekî pêwîst bersiva çeteyan dan.”