Li Êlihê bi sed hezaran kes vexwendiyê mîtînga 1'ê Gulanê ne

Endama Komîteya Amadekar a Mîtînga 1'ê Gulanê ya Êlihê Narîn Erol got, "Li dijî koledariya mêtîngeriya hov li ser karker û kedkaran ferz dike, em ê bi beşdariya bi sed hezaran kesî dengê xwe bilind bikin."

Li Êlihê amadekariyên ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya Kurdistanê ku tê payîn bi sed hezaran kes beşdar bibin, li ber bidawîbûnê ne. Endama komîteya amadekar Narîn Erol got, "Li dijî koledariya mêtîngeriya hov li ser karker û kedkaran ferz dike, em ê bi beşdariya bi sed hezaran kesî dengê xwe bilind bikin."

Li Êlihê amadekariyên ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya Kurdistanê ku tê payîn bi sed hezaran kes beşdar bibin, li ber bidawîbûnê ne. Endama komîteya amadekar Narîn Erol got, "Li dijî koledariya mêtîngeriya hov li ser karker û kedkaran ferz dike, em ê bi beşdariya bi sed hezaran kesî dengê xwe bilind bikin."

Li Êlihê ku yek ji bajarên sereke yên Kurdistanê ye lê keda karkerên çandinî û endustriyê tê talankirin, wê mîtînga herêmî ya 1'ê Gulanê ya karker-kedkaran bê lidarxistin. Sekertera Şaxê Êlihê ya DÎSK Genel-Îşê Narîn Erol ku di komîteya amadekar a mîtîngê de cih digire, der barê mîtînga 1'ê Gulanê de ji ANF'ê re axivî.

Erol got, "Weke mîtînga 1'ê Gulanê ya Kurdistanê, wê li Êlihê bi ruhê Newrozê were pîrozkirin. Armanca me tevlîbûna bi sed hezaran kesî ye. Di mîtîngê de wê deng û qîrîna hemû karker û kedkarên li Kurdistanê bilind bibe. Em dizanin ku karkerên keda wan herî zêde tê xwarin jî, karkerên petrolê yên li Êlihê ne. Em dizanin ku berhemên karkerên petrolê li ku tên bazarkirin û li ku tên bikaranîn. Lewma pêkhatina mîtînga herêmî ya 1'ê Gulanê Cejna Karkerên Cîhanên li Êlihê, gelekî watedar e." Erol bang li hemû jinan, kedkarên malê, karkerên demsalî, yên sîstema taşeroniyê qebûl nakin û her kesên têkoşîna kedê dimeşînin kir ku tevlî mîtînga 1'ê Gulanê bibin.

Erol anî ziman ku li erdnîgariya ew lê dijin, di rewşeke ku azadî û mafên bingehîn ên karker-kedkaran bi gefeke giran re rû bi rû ne, bi sed hezaran karkerên taşeron ji kar tên derxistin û kedkar mehkûmî koledariyê tên kirin de, divê kes ne li bendê be ku em li hemberî kedxwariyê bêdeng bin û got, "Em li bendê ne ku tevahiya gelê me roja Şemiyê saet di 12:00 de bi ruhê Newrozê beşdarî mîtînga me ya li ber Nexweşxaneya Farabîm bibe. Em tevahiya karker, kedkar û gelê xwe dawet dikin."

Erol her wiha ragihand ku ew ê di mîtînga 1'ê Gulanê Cejna Karkeran de destekê bidin HDP'ê, ku di beyannameya xwe ya hilbijartinê de li dijî taşeronbûyînê derdikeve û got, "Li pêşiya me hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê hene. Em destnîşan dikin ku destekê didin HDP a li dijî sîstema mêtîngeriyê derdikeve. Em bawerin ku ev mîtînga me wê moralek û coşeke mezin bide gelê Êlihê."

Hat ragihandin ku ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya Herêmê, Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim û Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle jî hatine vexwendin.

...