Li 17 taxên 17 navçeyan şahî
Daîreyên Tenduristî, Karên Civakî, Polîtîkayên Jinan û Çand û Turîzmê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji sibê pê ve wê li 17 taxên 17 navçeyan şahiyan li dar bixe. Ev şahî ê 21 rojan bidomin û bi şev bêne pêkanîn.
Daîreyên Tenduristî, Karên Civakî, Polîtîkayên Jinan û Çand û Turîzmê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji sibê pê ve wê li 17 taxên 17 navçeyan şahiyan li dar bixe. Ev şahî ê 21 rojan bidomin û bi şev bêne pêkanîn.

Daîreyên Tenduristî, Karên Civakî, Polîtîkayên Jinan û Çand û Turîzmê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji sibê pê ve wê li 17 taxên 17 navçeyan şahiyan li dar bixe. Ev şahî ê 21 rojan bidomin û bi şev bêne pêkanîn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, piştî ku bi qanûna hejmar 6360 re sînorên xizmeta wê berfireh bûn û hemû gund û navçe jî ketin ber sînorên Şaredariyê, ji binesaziyê heta seresaziyê, ji rê heta veguhastinê ji xizmetên zarokan heta jinan di hemû waran de xizmeta welatiyan dike.
Di vê çarçoveyê de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji sibê pê ve li 17 gundên bi ser 17 navçeyan ku bûne tax, bi Daîreyên Tenduristî, Xizmetên Civakî, Polîtîkayên Jinan û Çand û Turîzmê ve bi hevkarî wê şahiyan li dar bixe.
Şahiyên ku wê 21 rojan bidomin sibê li Taxa Serapguzelî ya Peyasê destpê dike. Şahî saet 19.00'am êvarê destpê dike û Serokatiya Daîreya Tenduristiyê wê li gund perwerdeya teduristiya dev û diranan bide zarokan. Wê bejn û giraniya zarokan bê sehkirin û alîkariya vîtamînê bi wan re bê kirin. Her wİha ji bo jinan jî Wê perwerdeya pençeşêra memikan, zayîn û xwedankirinê bê dayîn.
Midûriyeta Karûbarên Krêş û Zarokan a bi ser Serokatiya Daîreya Karên Civakî wê ji bo zarokan şahiya boyekirina rû, wêne û bafirokê li dar bixe. Midûriyeta Navenda Pîşedarkirinê jî ji bo keçikên ciwan û zarokan wê xizmeta kuaforiyê bide. Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan jî wê perwerdeya “Mafên Jinan” pêk bîne. Serokatiya Daîreya Çand û Turîzmê jî wê li 6 gundan lîstika şanoyê pêşkêş bike. Her wiha li hemû gundan dê ji bo gundiyan stranan bêjin.
SIBÊ JI GUNDÊ SERAPGUZELÎ DESTPÊ DIKE
Şahî cara yekê têne lidarxistin, sibê ji gundê Serapguzelî yê Peyasê dest pê dikin bi dorê 30ê nîsanê li Çakmaka Yenîşehrê, 2ê gulanê li Batiçanakçiya Rezanê, 4ê gulanê Zoravaya Sûrê, 5ê gulanê Gökçeteveka Farqînê, 6ê gulanê Gözlüya Hezroyê, 7ê gulanê Ortaşara Çinarê, 8ê gulanê Gürünlüya Gêlê, 9ê gulanê Çêrmûgê, 11ê gulanê Kaygisiza Pîranê, 12ê gulanê Kiralana Licê, 13ê gulanê Agaçliya Pasûrê, 14ê gulanê Göksuya Bismilê, 15ê gulanê Çinguşê, 16ê gulanê Çaytepêya Karazê, 18ê gulanê Şolena Erxeniyê têne pêkanîn. Şahî 20ê gulanê bi şahiya li Taxa Kuyulara Henê bi dawî dibin. Şahiyên gundan piştre dê berdewam bikin.
Sekreterê Giştî yê şaredariya me Fethî Suvarî, derbarê vê xebatê de daxuyand ku mebesta vê şahiyê ew e ku ferq û cudahiya di navbera gund û bajaran de nemîne û gel hişyar bikin.
Suvarî da zanîn ku bi van çalakiyan ew dixwazin gundên ku daketine statûya taxan bi jiyana bajêr ve lêknêzik bikin û weha axivî: “Xelkê gundî dikare li gundê xwe şanoya xwe deyne. Koma xwe ya muzîkê ava bike. Sertiraşxaneya xwe damezrîne. Di warê tenduristî û xwedankirinê de perwerdeyeke zanistî bistîne. Ji firçekirina diranan heta standina vîtamînan û zarokanîn û pençeşêrê dikare xwe bi pêzanînên pêwîst bigihîne. Bi taybetî di warê teduristiyê de xoyê mey ê gîrokirinê heye. Qenebe em dikarin gundiyan di vî warî de bigihînin, perwerde bikin.”
WÊ BERDEWAM BIKE
Suvarî, aşkera kir ku ew ê der barê mafên bingehîn û mafên jinan de gundiyan ronî bikin û ew ê şahiyên wek şano û muzîkê pêk bînin, Suvarî weha domand: “Em ê li gundan jî cihê van çalakiyan çêkin. Em ê li van gundan hin xanî û malan ava bikin û li van deran van xebatan pêk bînin. Dê çalakiyên berfirehtir pêk werin. Ev şahiya me destpêk e. Em wisa difikirin, ev kiryara me dê rê veke ku li gundan siberojê şahiyên mezin bêne pêkanîn. Em ê mehekê ji bo gundan şahiyan pêk bînin û jiyana bajaran bibin wan deran. Em ê wan di vî warî de bikin xwedî pêzanîn. Destpêkê me bi 17 gundan destpê kir, lê em ê vê bikin 170 heta 1700 gund. Hewldanên me ji bo vê yekê ne.”