ÎHD: Li Agirî têkildarî hilbijartinan provokasyoneke bi xwîn hat plankirin

ÎHD’ê der barê provokasyona dewletê ya li Çiyayê Tendurekê rû da rapor aşkera kir. Di raporê de wiha hat gotin: "Daneyên têkildarî bûyerê, nîşan didin ku provokasyoneke bi xwîn a têkildarî hilbijarinên 2015’an e."

Şaxa ÎHD’ê ya Agirî der barê provokasyona dewletê ya 11’ê Nîsanê li Çiyayê Tendurekê Agirî rapora xwe aşkera kir. Di raporê de wiha hat gotin: "Daneyên têkildarî bûyerê, nîşan didin ku provokasyoneke bi xwîn a têkildarî hilbijarinên 2015’an e." Heyeta ÎHD’ê aşkera kir ku rayedarên leşkerî lêkolîna wan asteng kiriye.

Heyeta çavdêr a ji nûnerên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)’ê ya Agirî Abdulhadîr Karakurt û Prz. Vural Kaya, têkildarî pevçûna li qûntarên Çiyayê Agirî rapora ku amade kiribû aşkera kir.

LEŞKERAN LÊKOLÎN ASTENG KIRIN

Di raporê de hat diyarkirin ku heyeta ji bo lêkolînan çû cihê bûyerê rastî astengiya yekîneyên leşkerî hatine û destûr nedane heyetê. Hat diyarkirin heyetê ji rayedarên leşkerî re gotine ku operasyona li hember Festîvala Çandina Şitlan mimkun e zerarê bide aştiya welêt û pêvajoya aştiyê, armanca heyetê tenê eger hebe pevçûnê rawestînin û ji ber vê hatine, tevî vê jî destûr nehatiye dayîn.

Di raporê de hat gotin: "Paşê heyet çû cem Hevşaredarê Agirî Sirri Sakik ê bi Waliyê Agirî re hevdîtin pêk anî, ji heyetê hat gotin ku ji ber nikarin ewlekariya canê wan bigirin destûr nadin. Dema Sakik bi Walî re hevdîtin dikir hat dîtin ku wesayîtên leşkerî yên zirxî yekîneyên nû yên leşkerî yên li gund sewq dikirin.” Di raporê de hat destnîşankirin ku sewqiyat dihat wateya mezinbûn û berfirehbûna pevçûnê.

'JENDERME BI GULEYÊN RASTÎ ÊRÎŞÎ GIRSEYÊ KIR'

Heyetê di raporê de çavdêriyên xwe wiha diyar kir:

"Wesayîtên zirxî yên sewqiyat dikirin, paşê careke din hatin gund, dema sewqiyateke nû dikir, bi armanca mudaxeleyî gelê sivîl bikin hate dîtin ku yekîneyên nû yên jenderme hatin sewqkirin. Benda leşkerî ji nîvê gund veguhastin ketina gund. Saet nêzî 18.00’an, yekemîn koma mertalên zindî ya çû qada pevçûnê, ketin gundê Boyalan. Mertalên zindî yên ketin gund ji aliyekî ve ku dihatin lêpirsînkirin li aliyekî jî binçavkirinan destpê kir. Dema me xwest em mudaxeleyî binçavkirina du ciwanan bikin, yekîneyên jendermeyan bi bombeyên gazê, guleyên plastîk û guleyên rastî mudaxeleyî girseyê kirin. Di encama mudaxeleyê de aktîvîstên mafê mirovan jî di nav de bombeyên gazê û guleyên plastîk avêtin nav girseyê. Girseya sîvîl a ji mudaxeleyê reviya, di nav gund de belav bû. Di vê navberê de hat dîtin ku bombeyên gazê li gelek malan ketin. Hinek jinan zarok wergirtin û ji malan reviyan.”

Di raporê de gotinên welatiyên ji herêma pevçûnê vegeriyan wiha hat diyarkirin: "Hevserokê berê yê HDP’a Giyadîn Cezmî Bûdak ê ji bo amadekariyên festîvalê çû herêma pevçûnê ji aliyê yekîneyên leşkerî ve hat kuştin, nûnerê MEYADER Cenap Îlboğa birîndar bû. Ji ber demeke dirêj li herêma pevçûnê mabû pir xwîn winda kiribû. 8 leşker birîndar bûn. Bi Cenap Îlboga yê birîndar re ji herêma pevçûnê hatin wergirtin û li herêma pevçûnê hê gelek sîvîl hene.”

'PROVOKASYONEKE BI XWÎN’

Heyeta ÎHD’ê ev tespît ragihand: "Vegotinên sîvîlên destpêkê gihiştin herêma pevçûnê û hin kesên em bi wan re axivîn û dîsa dîmenên di medyayê de hatin weşandin (alîkariya ji leşkeran re, wergirtina leşkeran ji aliyê sîvîlan, pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Agirî, dîmenê êrîşa li hemberî Cenab Îlboga) hevdu piştrast dikin. Dîsa eger hevdîtinên di navbera Efkan Ala û Waliyê Agirî Mûsa Işin ên ketin medyayê rast bin, vegotinên rû bi rû yên şahidan, rûyê rast ê bûyerê derxistiye holê. Daneyên têkildarî bûyerê, nîşan didin ku provokasyoneke bi xwîn a têkildarî hilbijarinên 2015’an e."