Gerîlayên komunîst: Berê xwe bidin çiyê, bibin xwedî vîn

Ciwanên komunîst ên li Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû perwerdeyê dibînin, destnîşan kir ku di her kêliya jiyana gerîla de ew bi sînorên xwe re rû bi rû dibin û banga 'rûbirûbûn û vînbûyînê' li hemû ciwanan kirin.

Ciwanên komunîst ên li Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû perwerdeyê dibînin, destnîşan kir ku di her kêliya jiyana gerîla de ew bi sînorên xwe re rû bi rû dibin û banga 'rûbirûbûn û vînbûyînê' li hemû ciwanan kirin.

Li çiyayên Kurdistanê gerîlayên komunîst çi dikin?

Ji Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû ya MLKP'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ava kiriye, komek ji şervanan li cem min e. Şervan Azad, Şevîn Ozgur, Bawer Çayan, Berkîn Pîr, Avareş Toprak û Ûmût Sarûhan navber dan perwerdeya xwe û berê xwe dan çiyê.

Sohbeta bi van gerîlayên ciwan ên beriya niha qet çiya nedîtibûn, bi ecîmiyeta wan a li çiyê re bêhtir bi kêf û şahî derbas dibe. Şoreşa Rojava û têgihiştina tevlîbûna li nava refên şoreşê, bandoreke girîng li biryara wan a meşa ber bi çiyê ve kirine.

Mînak Berkîn Pîr. Ji bo hebûna xwe ya li çiyê dibêje, "Ji bo parastin û jîndarkirina şoreşa Rojava hatim. Ji bo li dijî dijminê bi navê DAIŞ'ê şênber bûye şer bikim, hatime perwerdeyê bibînim. Ji bilî van, li derveyî jiyana ji aliyê kapîtalîzmê ve hatiye dorpêçkirin, hatime pratîkeke komunîstan hîn bibim."

Bawer Çayan jî ji bo hatina xwe dibêje, "Di jiyana xwe ya şoreşgerî de min xwe gavekê li pêş bim."

Ji yek ji şervanên herî ciwan ên akademiyê Şervan Azad jî der heqê sedema hatina xwe ya çiyê de vê yekê destnîşan dike: "Ji bo xwe ji şoreşa Tirkiye û Rojhilata Navîn amade bikim, li vir im. Dixwazim bibim kadroyê partiyê. Ji bo biçim Rojava ketim ser rê lê belê partiya min pêwîstî pê dît ku li vir perwerdeyê bibînim." Şervan Azad diyar dide zanîn ku her kêliya li çiyê ji bo wî qadeke perwerdeyê ye û dibêje, "Divê tarîtî were ronîkirin. Em ronahî ne. Em dixwazin veguherin goka ji agir."

'MIN DÎT KU SÎNOR DI NAVA MIN BI XWE DE YE'

Ciwanan, sînorên ku dewletan mîna xencerekê li nava dilê Kurdistanê xistine, derbas kirin û hatin.

Tecrûbeya Şevîn Ozgur a derbasbûna ji sînor balkêş e: "Berî sînor derbas bikim di hişê min de gelek pirs hebûn. Min digot ez ê gelekî zehmetiyan bikşînim. Lê belê dema min dît hêsan e, ya rast ez matmayî mam. Mîna ji navçeyekê derbasî navçeyeke din bibe, ye derbasbûna ji sînor. Hestên min ên wê kêliyê bi vî rengî bû; Mîna ku min barekî giran ji ser pişta xwe avêtiye. Bêhn hat ber min. Ji bo min gava destpêkê ya ber bi azadiyê ve bû."

Li nava bajêr 'sînor' ji bo Şevîn Ozgur çi bû?

Bersiv: "Li bajêr, min her tim digot sînor rewşeke li derveyî min e, min ji vê bawer dikir. Lê belê gava hatim vê derê min dît ku ya min jê re digot 'rewşa li derveyî min' mîn dît ku di nava min bi xwe de ye."

Şevîn ozgur a ji bo tevlî şoreşa Rojava bibe sînor derbas kir destnîşan dike ew dixwaze di nava xwe de guhertineke ji serî heta binî çêbike û dibêje, "Ji bo xwe ji hemû girêdankên min ên bi sîstemê û dîlgirtiya xwe rizgar bibim, hatim vir. Hatim ji bo ji sînorên xwe derbas bibim."

Ûmût Sarûhan jî ji bo armanca hatina xwe ya çiyê dibêje, "Dixwazim di têgihiştina dijmin de zelal bibim, di têkoşîna şoreşgerî de kûr bibim, kesayetiya leşkerî polîtîk a partiya me MLKP destnîşan dike biafirînim û ji bo asta şerê derketiye holê bilind bikim. hatime vê derê."

Şagirtekî din ê akademiyê Avareş Toprak e. Ew jî ji bo bibe neferekî şoreşa Rojhilata Navîn ketiye ser rê.

Komunîstên ciwan ên tevlî jiyana gerîla bûne, gelo çiqasî haya wan ji gerîla hene? Berê der heqê gerîla de çi difikirîn? Dema hatin çi dîtin?

Bersiv dişibin hev: Me gerîla bi tenê weke şervaneke/î çalakiyê lidar dixe, didît. Lê belê piştî hatine vê derê me dît ku gerîla bi keda xwe ya li her qada jiyanê re, şêwazeke jiyanê ye.

ÇIYA CIHÊ MIROV LÊ KIRDE NE

Temamiya gerîlayên komunîst ên bi wan re axivîm, xerîbê çiya ne. Emrê wan li bajaran derbas bûye. Lê belê tevî vê yekê jî diyare ruhê çiyê xwe berdaye nava wan.

Berkîn Pîr çiyê 'bi bandor' pênase dike û dibêje, "Zehmet e. Lê belê ev zehmetî, ji ber ku parçeyek ji vê sêhrê ye, li aliyekî dibe sedem ku mirov zor û zehmetiyan ji ser xwe biavêjin. Çiya qadeke ku mirov qûdreta xwe ya şexsî hîs dike, hîn bêhtir lê kirde ne."

Şevîn Ozgur jî ji bo çiyê dibêje, "Min dît ku tiştên li bajêr ji bo min gelekî pêwîst bû, niha ne hewce ne."

Avareş Toprak balê dikşîne ser hêza guhertinê ya çiyê: "Tecrûbeyên ku mirov di nava salên dûr û dirêj de ji mirovên şoreşgerî kirine werdigirin, li çiyê di nava demeke kurt de mirov qezenç dikin. Ya ku jiyana çiyê daye min, şêweyê jiyan û nêrîneke bêhtir bi rêk û pêk e... Ruhê felsefî yê di kûrahiya çiyê de ye, jiyana bêhtir azad a takekesan derdixîne holê."

Di sohbeta bi gerîlayên komunîst re de, gotin hat ser têgîna azadiyê.

Şevîn Ozgur vê bersivê dide: "Azadî, tinekirina sînorên xwe ji aliyê kes bi xwe ve. Azadî, rizgariya ji sînor û zextên mirovan daniye pêşiya xwe. Gihîştin wê baweriyê ku divê di nava xwe de şoreşê pêk bînim. Dixwazim ji tirsa guherînê rizgar bibim û miroveke/î nû biafirînim."

Ûmût Sarûhan jî xwedî heman nêrîna Şevîn Ozgur e: "Rizgariya ji hêzeke zextê li mirovan, li nêrînên mirovan dike ye."

Li gorî Berkîn Pîr jî azadî tê wateya: "Ji aliyê takekesî ve tê wateya bûyîna kirde" û "Hînbûna pîvana qûdreta xwe, civakîkirina edaletê."

Başe têkiliyên rêhevaltiyê çawa ne?

Bersivên vê pirsê jî dişibin hev: "Nava têkiliyên rêhevaltiyê li vir bêhtir dagirtî ye. Di nava jiyana rojane de mirov bi zelalî her tiştên mirov eleqedar dike, girêdana bi komunê dibînin. Berpirsyariya mirovan zêde dibe. Qîmetdayîna li rêhevalê xwe, yek ji têkiliya rêhevaltiyê ye ku di jiyana li nava bajêr de zêde nayê dîtin. Di vir de hukmê statu û pere nîne. Her tiştên te eleqedar dike, ya/ê li kêleka te jî eleqedar dike. Ev rewş cidiyet, berpirsyarî û hezkirinê dide mirovan. Mîna li bajêr qadeke taybet nîne ku mirov xwe lê veşêrin. Divê mirov 24 saetên rojê bi şêweyekî kolektîf, bi rêhevaltiyê derbas bikin. Ev yek di her rewşê de rûbirûbûnê li ser mirovan ferz dike."

EM LI BENDA CIWANAN E

Gotinên dawî yên gerîlayên komunîst ên MLKP'yî, bangek ji bo hemû ciwanan e: "Li vir karekî ku her kes karibe bike heye. Li vir em li gerîlayên welê rast hatin, ku hin jê destê wan nîne, hin jî çavê wan nabîne. Lê belê di nava jiyana li vir de ji xwe re cihek dîtin. Têkoşîna leşkerî jî bi dîtina me, divê di çavê mirovan de neyê mezinkirin. Tevlîbûna li nava têkoşîna li vir pêkane. Em li benda hemû ciwanan e ku berê xwe bidin van qadên ji hestên paqij."

SIBE: ji Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû Ararat Serhat 'Fermandarbûyîna Jinê' vegot.

...