KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çalakiya ji bo bîranîna 'Şehîdên Bagokê': 5 polîs hatin kuştin
Gerîlayan li ser rêya Şemrex-Amedê, ji bo bîranîna 'Şehîdên Bagokê' çalakiyeke sabotajê lidar xistin û di encamê de 5 polîs hatin kuştin. -
Cenazeyê Bozkûrt a li Sûrê hat qetilkirin hat veşartin
Cenazeyê Dîlber Bozkûrt a li Sûrê hat qetilkirin, bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
'Ji sedî sed têkiliya êrîşên li Brukselê bi Tirkiyeyê re heye'
Mûrat Karayilan komkujiya li Brukselê şermezar kir û got, "Eger bê lêkolînkirin, wê were dîtin ku yên li Brukselê êrîş kirine di ser ku re derbasî Ewropayê bûne. Vir de yan jî wê de; têkiliya xwe bi Tirkiyeyê re heye." -
Çeteyên Qesrê li Cizîrê avahiyan hildiweşînin
Çeteyên Qesrê yên Taxa Cûdî ya Cizîrê dorpêç kirin, dest bi hilweşandina avahiyan kirin. -
Meşa Geverê mezin dibe: Kurd ji çar aliyan ve li ser rêyan e
Meşa Geverê ya ji bo hevgirtina berxwedan gel û şkandina dorpêçê hate destpêkirin her ku diçe firehtir dibe. Ji hemû gund û navçeyên derdora Geverê bi hezaran kes li gel hemû êrîş û astengkirinan dest bi meşê kir û gel bi biryar e ku dorpêçê bişkîne. -
Cenazeyê Yilmaz li Cizîrê hat veşartin
Cenazeyê Selamî Yilmaz ê li Cizîrê hat qetilkirin û li Dîlokê hat veşartin, piştî ku nasnameya wî zelal bû, malbatê cenaze rakir û li Cizîrê veşart. -
Li Geverê şerekî dijwar diqewime
Li Geverê di navbera çeteyên Qesrê û şervanên YPS/YPS Jin de şerekî dijwar diqewime. -
18 cenazeyên li Meletî û Elezîzê hînê nehatine teşxîskirin
Cenazeyên 18 kesên di êrîşên qirkirinê de hatin qetilkirin û li Saziyên Tipa Edlî yên Meletî û Elezîzê ne, nasnameyên wan hînê nehatine tespîtkirin. -
Meşa gelê Wanê ya ber bi Geverê ve destpê kir
Ji bo şikandina dorpêçiya li ser Geverê bi sedan kes ji Wanê ketin ser rê û berê xwe dan navçeyê. -
Cenazeyê Arslan a li Hezexê hat qetilkirin hat veşartin
Cenazeyê Fîdan Arslan a li Hezexê hat qetilkirin, li warê xwe hat veşartin. -
Li Cizîrê stoka madeyên xwarinê kêm maye biqede
Komeleya Alîkariya Rojava, ku xebatên alîkarî û avakirina Cizîrê organîze dike ragihand, stoka madeyên xwarinê kêm bûye û alîkariyê tên jî têrê nakin. Komeleyê xwest, bi lezgînî destek ji kampanya alîkariyê re bê dayîn. -
Rêveberiya Xweser a Rojava êrîşên li Brukselê şermezar kir
Kordînasyona her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê (Cizîr, Kobanê û Efrînê) êrîşên bombeyî yên duh ên li paytexta Belçîka Brukselê şermezar kir. -
Hevşaredara Dihê û 11 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Hevşaerdara Dihê Eda Kîlîs jî di nav de 12 kes hatin binçavkirin. -
Şer li Nisêbîna berxwedêr giran e
Li Nisêbîna ku bi rojan e li dijî êrîşan berxwedan heye, di roja 10. a 'qedexeyê' de êrîşên bi top û hawanan dijwar bûn. Li taxên berxwedanê, berxwedana hêzên YPS'ê ya li dijî êrîşan dewam dike. -
Berxwedana li navenda bajêr: Kaynartepe
Berxwedana xwerêveberiyê a li Kurdistanê, kolan bi kolan, bajar bi bajar mezin dibe. Dewleta Tirk a li pêşberî vê berxwana gel xitimiye, di bin navê 'qedexeya derketina derve' de êrîşên xwe dewam dike. -
Mîna şervanekî bêtirs jiya
Zekî Şahîn bi nasnav Cûdî Koçer ê li hemberî komploya navneteweyî tevlî nava refên PKK'ê bû, heta kêliya dawî ya jiyana xwe ji bo azadiya gelê xwe têdkoşiya. -
Gerîlayan li Mexmûrê agirê Newrozê pêxistin
Gerîlayên HPG û YJA Starê, li girên bilind ên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) agir dadan û Newroz pîroz kirin. -
Taxên Nisêbînê tên bombekirin
Çeteyên Qesrê êrîşa bi hewanan ya li dijî 4 taxên Nisêbînê didomînin. -
4 lêpirsînên cuda li Newroza Amedê hat destpêkirin
Têkîldarî pîrozbahiya Newroza li Amedê, Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” 4 lêpirsînên cuda dan destpêkirin. -
Çeteyên Qesrê êrîşî Şirnexê dikin
Çeteyên Qesrê, ji saetên şevê ve bi tank, obus û hewanan êrîşî navenda Şirnexê dikin. -
Geveriyan ji bo meşa sibe banga tevlîbûnê kirin
Geveriyan ji bo meşa sibe banga tevlîbûnê kirin û gotin, "Em ê destûrê nedin komkujiyan. Em ê li cih û warên xwe vegerin." -
Rojava silav da Cizîra Botan
Li gundê Endîwerê yê li Rojavayê Kurdistanê, ku li pêşberî Cizîra Botan e, bi wesîleya Newroza li Cizîrê çalakiyek hat lidarxistin û berxwedana Cizîra Botan hat silavkirin. -
Cizîrî: Gelê Kurd wê têk neçe; berxwedan wê bidome
Di çalakiya Newrozê ya li Cizîrê de, malbatên mirovên wan ji aliyê çeteyên AKP/Qesrê ve hatin qetilkirin, peyama 'berxwedan wê bidome' dan. -
Di teqîna li Geverê de 3 endamên 'tîmên taybet' hatin kuştin
Li Geverê, di dema derbasbûna maşînên zirxî de teqînekê rû da û herî kêm 3 endamên 'tîmên taybet' ên dewleta Tirk hatin kuştin. -
Asayîş: 3 çeteyên xwestin xwe di Newrozê de li Kobanê biteqînin hatin kuştin
Desteya Karên Hundir a Kantona Kobanê diyar kir, Hêzên Asayîşê 3 çeteyên DAIŞ’ê yê dixwestin xwe biteqînin, kuştine. Desteyê da xuyakirin, ku ji ber rewşa ewlekariyê pîrozbahiyên Newrozê li hinek cihan hatine betalkirin