Çeteyên Qesrê êrîşî Şirnexê dikin

Çeteyên Qesrê, ji saetên şevê ve bi tank, obus û hewanan êrîşî navenda Şirnexê dikin.

Çeteyên Qesrê, ji saetên şevê ve bi tank, obus û hewanan êrîşî navenda Şirnexê dikin.

Hêzên dewleta Tirk, li hember taxên berxwedanê yên Şirnexê ji saetên şevê ve êrîşeke berfireh bi tank, obus û hewanan da destpêkirin. Li Taxên Îsmetpaşa, Yeşîlyûrt, Gazîpaşa, Cûmhûryet, Dîcle û Behçelîevler ên ku berxwedan lê tên meşandin, bi taybet bi topan êrîş tên kirin, ji taxan dûman bilind dibe û hat dîtin ku di hinek malan de şewat derketine.

Tankên ku li Gumuştepe li ser Rêya Qilaban hatine bicihkirin û 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan bê navber topbaran bi hewan û obusan li ser taxan didomînin. Hat dîtin ku ji taxên bexwedanê dûman bilind dibin, cih bi cih şerên dijwar pêk tên.