Cenazeyê Arslan a li Hezexê hat qetilkirin hat veşartin

Cenazeyê Fîdan Arslan a li Hezexê hat qetilkirin, li warê xwe hat veşartin.

Cenazeyê Fîdan Arslan a li navçeya Şirnex Hezexê hat qetilkirin, li gundê Hesengoran ê navçeya Mûş Kopê hat veşartin.

Malbatê cenazeyê Arslan ji Nexweşxaneya Dewletê ya navçeya Mêrdîn Qoserê wergirt û nîvê şevê li bajarokê Qelereşê ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazîkirin.

Cenazeyê Arslan bi konvoyekê birin gundê Hesengoran ê navçeya Kopê.

Girseya gel darbeya Arslan li pêşiya gund hilgirt ser milan û bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" bir goristanê. 

Piştî veşartina cenazeyê Arslan, malbatê konê sersaxiyê veda.