Cizîrî: Gelê Kurd wê têk neçe; berxwedan wê bidome
Di çalakiya Newrozê ya li Cizîrê de, malbatên mirovên wan ji aliyê çeteyên AKP/Qesrê ve hatin qetilkirin, peyama 'berxwedan wê bidome' dan.
Di çalakiya Newrozê ya li Cizîrê de, malbatên mirovên wan ji aliyê çeteyên AKP/Qesrê ve hatin qetilkirin, peyama 'berxwedan wê bidome' dan.
Li navçeya Şirnex Cizîrê, tevî êrîşên qirkirinê yên sê mehan, dagirkerî û hemû astengiyên dema dawî, Newroza fînalê hat lidarxistin.
Çalakiya Newrozê bi dirûşma "Bijî berxwedana Cizîrê" hat lidarxistin û beşdar xwedî li têkoşîna mirovên ji aliyê çeteyên AKP/Qesrê ve hatin qetilkirin, derketin.
Dayika Mehmet Tûnç Esmer Tûnç, Newroz li tevahiya gelê Kurdistanê pîroz kir û destnîşan kir, ku çi dibe bila bibe, divê agirê Newrozê mîna roja destpêkê li her derê û her tim geş be. Dayik Tûnç got, "Heta dilopa dawî ya xwîna xwe, em ê têkoşîna xwe bidomînin." Hevjîna Tûnç Zeynep Tûnç jî got, "Gelê Kurd wê bi eşqa roja destpêkê re berxwedana xwe bidomîne."
'EM BIBIN YEK Û LI BER XWE BIDIN'
Dayika Pakîze Nayir a li Silopiyayê hat qetilkirin Behiye Nayir jî banga yekîtiyê li gelê Kurd kir û got, "Li hemberî komkujiyan divê em dilê xwe bikin yek. Yên ku îro ev anîn serê me, dibe ku sibe bînin serê hinekî din. Îro zarokên me qetil kirin, sibe dikarin zarokên Kurdên alîgirê AKP'ê qetil bikin."
Hevjîna Mele Hasan Sanir ê li Silopiyayê hat qetilkirin Ayşe Sanir jî diyar kir, Newroz tê wateya ji nû ve şînbûna ruhê berxwedanê û destnîşan kir, ew ê bi serbilindî li ser piyan bin û Newrozê weke destpêkeke nû pîroz bikin.
Dayika Adil û Agît Kuçuk ên li Cizîrê hatin qetilkirin Nafiye Kuçuk jî got, "Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê têbikoşin. Tevî hemû zext û komkujiyan jî em ê Newroza xwe li qadan pîroz bikin. Zarokên me qetil kirin, lê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin." Hevjîna Adil Kuçuk Jiyan Kuçuk jî got, "Em ê ti carî li ber dewletê serî netewînin, em ê şînê negirin. Serê me bi saya şehîdên me bilind e û wê her bilind be."
'EM PÊ SERBILIND IN'
Dayika Abdullah Gun ê 17 salî yê li Cizîrê hat qetilkirin Leyla Gun û dayika aştiyê Hatîce Çelîk li vir axivîn. Gun û Çelîk dan xuyakirin, ku komkujî wê nikaribin gelê Kurd têk bibin û di şexsê Mehmet Tûnç de ew ê bi berxwedêrên gelê Kurd re serbilind bin, li dijî komkujiyan ew ê bi ruhê Newrozê berxwedana xwe bidomînin.