BI DÎMEN

Gerîlayan li Mexmûrê agirê Newrozê pêxistin

Gerîlayên HPG û YJA Starê, li girên bilind ên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) agir dadan û Newroz pîroz kirin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê, li girên bilind ên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) agir dadan û Newroz pîroz kirin.

Gerîlayan li ser girên bilind ên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî agirê Newrozê dadan û li dora vî agirî govend gerandin. Newroz mîna li her qada Kurdistanê, li Mexmûrê jî bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin, agirê Newrozê yê îsal wê bibe azadiya Kurdistanê. Gerîlayan dan xuyakirin, ev agir wê bi berxwedana li Bakurê Kurdistanê re bibe yek û bang li gelê Kurd kirin ku li her qadê xwe azad bike û bibin yek.

Li dora agirê di şeva 21'ê Adarê de ji aliyê gerîlayan hat pêxistin, heta derengiya şevê govend hat gerandin. Her wiha bi tîpên mezin nivîsa "Bijî Serok Apo" hat nivîsandin.

...