Ji bo hevgirtina berxwedana gel û şkandina dorpêça li Geverê ji çar aliyê navçeyê û ji bajarên derdor meşên ber bi Geverê ve dest pê kir. Ji gundên bajaroka Bajirge, girtîgeha kevn û herêma Doskî bi sedan kes ji bo xwe bigihînin Geverê derketin rê. Hêzên şer ên hikumeta AKP'ê jî ji bo rê li ber van meşan bigire hejmara wesayîtên zirxî yên ketin û derketina navçeyê zêdetir kirin. Gundiyên ku ji herêma Doskiyê derketin rê li ser riya Veziyan rastî êrîşên bi bombeyên gazê hatin. Girse li gel êrîşan jî car din kom dibe.
LEŞKERAN LI SER RÊYA GUND XENDEK KOLAN
Ji bo rê li ber meşa Wana û Colemêrgê were girtin, riya tekane ya asfalt jî Qereqola Jenderme ya Yenîkopruyê tedbîrên ewlehiyê zêde kir. Her wiha leşkeran li ser riya gundê Kalanîsê jî xendek kolan. Li ser bertekên gundiyan vê carê jî leşkeran bi bombeyên gazê êrîşê gundiyan kir. Gundî li bendê ne ku girseya Wan û Elbakê bigihe herêmê.
Ji Şemzînanê jî bi sedan kes ji bo şkandina dorpêçê berê xwe dan Geverê. Bi sedan kesên ku derketin rê ji aliyê Qereqola Şapatan ve hatin astengkirni. Rêvebirên HDP, DBP û Hevşaredarên Şemzînanê bi rayedarên leşkeriyê re hevdîtine dikin, gel jî li ber wesayîtên zirxî dest bi çalakiya rûniştinê kir. Li derdora Geverê jî helîkopter ji bo keşfê difirin. Li gel hemû êrîş û hewldanên astengkirinê gel bi biryar e ku bigihe Geverê û dorpêçê bişkîne.