Di teqîna li Geverê de 3 endamên 'tîmên taybet' hatin kuştin
Li Geverê, di dema derbasbûna maşînên zirxî de teqînekê rû da û herî kêm 3 endamên 'tîmên taybet' ên dewleta Tirk hatin kuştin.
Li Geverê, di dema derbasbûna maşînên zirxî de teqînekê rû da û herî kêm 3 endamên 'tîmên taybet' ên dewleta Tirk hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, li Xaçerêya Eskîcezaevî ya Geverê, danê sibehê di dema derbasbûna maşînên zirxî de teqînekê rû da. Di encama teqînê de 3 endamên 'tîmên taybet' ên rejîma Tirk hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.
Endamên 'tîmên taybet' ên di teqînê de birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.