Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karaliyan, komkujiya li paytexta Belçîka Brukselê hat kirin, şermezar kir. Karyilan got, "Eger bê lêkolînkirin, wê were dîtin ku yên li Brukselê êrîş kirine di ser ku re derbasî Ewropayê bûne. Bi awayekî, têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê re heye."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ji Radyoya Dengê Kurdistanê re axivî.
'BINGEHA BERXWEDANÊ LI BAJARAN XURTIR E'
Karayilan bal kişand ser berxwedana li Cizîr û Sûrê û destnîşan kir, ku van berxwedêran dijmin têk birine. Karayilan got, "Rast e; di dawiya dawî de dibe ku dijmin ketibe nava Sûr û Cizîrê, berxwedêran li vir şehîd jî dan. Şehîdên Sûr, Cizîr û Hezexê mîna berxwedêrên 14'ê Tîrmehê yên li Zîndana Amedê ne. Berxwedêrên li van deran şehîd ketin, bi şehadeta xwe re mîna Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bingeha serketinê danîn. Lehengên Cizîr û Sûrê, bi sekna Mehmet Tûncan destan afirandin û bi vê destanê re rêya serketinê vekirin. Eger bi vî ruhî re şer bê kirin û ders ji tecrûbeyên wan bê derxistin, wê rê li serketinê vebe.
Rewşa heyî hêviya bi berxwedana bajaran re mezin kir. Di heman demê de di nava dewleta AKP'ê de rê li ber rewşeke xitimandî vekir. Dijmin 99 rojan nikarîbû bikeve nava Sûrê; li wir xitimî û tewişî. Ya rast, têk çû. Niha jî ji bo hilanîna tolê êrîşî Gever, Şirnex û Nisêbînê dike."
Karayilan diyar kir, dewlet Tirk lewma bi rêbazên wehşî dixwaze bajaran bi erdê re bike yek û got, "Dixwaze xwe ji vê rewşa serberjêriyê rizgar bike. Lê belê nepêkane ku encama dixwaze bi dest bixe. Ji ber ku şert û merc guherîne. Beriya her tiştî êdî bihar hatiye. Her wiha li Gever, Şirnex û Nisêbînê bingeha berxwedanê gelekî xurtir e. Hesabên dewleta AKP'ê ya mêtînger wê bi cih neyên."
'TIRS KETIYE DILÊ DIJMIN'
Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku weke gelê Kurd ew bi avantajeke mezin biharê pêşwazî dikin û ev nirxandin kir: "Dijminê li hemberî me peritiye, xitimiye. Tirseke gelekî mezin ketiye dilê dijmin. Binêrin; duh (pêr) di destpêkê de berdevkê hikûmetê Nûman Kûrtûlmuş axivî û got, 'em natirsin, kes nikare me bitirsîne'. Piştî nîvro şefê wan Erdogan rabû got, 'kes nikare me bitirsîne, em ji eksî natirsin, em ne yê bitirsin e, yê didin tirsndin e'. Îro (duh) jî Davûtoglû di axaftina xwe ya li Meclîsê de got, 'em ji kesî natirsin, li ser piyan e'. Ev daxuyanî bi xwe nîşan didin bê tirseke çawa ketiye dilê wan. Ditirsin. Ji ber ku di serî de li Cizîrê, li gelemperiya Kurdistanê, tevî ku ewqas sûcên xwe, ewqas kuştina mirovên sivîl û bêguneh bi rêbazên hovane, tevî şewitandina mirovan li jêrzemînan, berxwedana li hemberî wan hînê dewam dike."
'RÊYA RIZGARIYÊ, RÊBER APO YE'
Karayilan diyar kir, weke ku wan beriya niha jî ragihandibûn; yekane rêya rizgariya ji vê rewşê serlêdana li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Bêguman yê biryara şer dide û dimeşîne em in. Di vir de berpirsyariyeke Rêber Apo nîne, em berpirsyar in. Lê belê eger derfetên azadiya Rêber Apo pêşkêş bikin û pêşî lê vekin, bi tenê Rêber Apo dikare wan ji vê rewşa xitimandî rizgar bike. Bêguman divê Rêber Apo karibe bi awayekî azad tevbigere û bixebite. Mîna berê bi mesajên nivîskî êdî kes îqna nabe."
'DI NAVA POH'Ê DE ÇETEYÊN DAIŞ Û EL NÛSRA HENE'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bibîr xist, ku yê êrîş da destpêkirina dewleta AKP'ê ye û da xuyakirin, ku ew li hemberî êrîşan hewl didin xwe û xweseriya ji aliyê gel ve hatiye ragihandin biparêzin.
Karayilan destnîşan kir ku berxwedana wan berxwedana şerê parastinê ye û got, "Berxwedana parastina xwerêveberiyê ye. Tevî vê yekê jî deng ji ti dewletên navneteweyî dernakeve. Hin ji wan jî radibin ji me re dibêjin 'êrîşên xwe bisekinînin'. Em êrîş nakin; ew êrîş dikin. AKP'ê bi rengekî dest li şerê me yê li hemberî DAIŞ'ê werda. Çima vê nabînin? Vaye ji yên li Nisêbînê li ser navê dewletê şer kirin û mirni 2 jê endamên DAIŞ'ê ne. Hemû endamên POH (Tevgera Taybet a Polîsan) ên rûyê wan bi maske girtî, endamên DAIŞ û El Nûsra ne. Tifaqa AKP'ê û DAIŞ'ê li Rojava çêkirin, niha li Bakur dewam dikin.
Ji xwe DAIŞ'ê heta niha li hemberî Tirkiyeyê şer nekiriye û ti biryareke şer jî di vî warî de negirtiye. Rast e li nava xaka Tirkiyeyê çalakî kiriye. Lê êrîşî kê kiriye? Êrîşî me, êrîşî tevgera şoreşger a Tirkiyeyê, êrîşî Elmanan û herî dawî êrîşî welatiyên Îsraîlê kiriye. Yanî, Erdogan ji kê hez nake li nava Tirkiyeyê êrîşî wan kiriye. Mesela; gelo heta niha êrîşî ti alîgirên Erdogan kiriye? Na. Tiştekî balkêş e; li ser êrîşa dawî ya li Stenbolê hem Erdogan hem jî Davûtoglû piştî 3 rojan axivîn. Lê belê der barê çalakiyên li Enqereyê de di heman rojê de nav îlan kirin û yekser dest bi êrîşê kirin. Bi kurt û kurmancî, hevkariya Erdogan û DAIŞ'ê hînê dewam dike."
'EZ ÊRÎŞÊN LI BRUKSELÊ BI TUNDÎ ŞERMEZAR DIKIM'
Karayilan bal kişand ser êrîşa DAIŞ'ê ya duh li Brukselê hat kirin û got, "Li gorî agahiyên di nûçeyan de hatin weşandin, 34 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn. Beriya her titşî ji gelê Belçîkayê re sersaxiyê dixwazim û vê êrîşa li dijî mirovahiyê bi tundî şermezar dikim. Ez bawerim wê gelê Belçîkayê li hemberî vê êrîşa hovane bê ser xwe û bersiva pêwîst bide.
Ev rastiyek e; Eger Erdogan bi rastî jî li hemberî DAIŞ'ê helwestê nîşan nede, êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Erdoganê wê neqedin. Eger bê lêkolînkirin, wê were dîtin ku yên li Brukselê êrîş kirine di ser ku re derbasî Ewropayê bûne. Vir de yan jî wê de; têkiliya xwe bi Tirkiyeyê re heye. Tirkiye ji bo DAIŞ'ê welatekî welê ye ku dikare bi rehetî lê tevbigere, xwe komî ser hev bike. Bi kurtasî welatekî ku dikare ji gelek aliyan ve ji xwe re bi kar bîne ye. Bi awayekî cidî nayê şopandin. Ev rastiyek e."
Karayilan anî ziman, ku rayedaren Ewropî û DYA'yî bi vê yekê dizanin, lê tevî vê jî helwestê nîşan nadin.
Karayilan got, "Divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Ewropa di mijara çavkaniyên DAIŞ'ê de helwesteke zelaltir nîşan bidin. Helwesta wan a heta niha ne zelal bû, pêkanînên AKP'ê yên li Kurdistanê ji nedîtî ve hatin. Ev nêzîkatî rast nîne."
'AKP'Ê DI NAVA 105 ROJAN DE LI SÛRÊ 400 KUŞTÎ DA'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan li ser şerê taybet ê AKP'ê jî ev xal destnîşan kir: "Hevkariya AKP û artêşê gelek tiştan ji civaka Tirkiyeyê, ji raya giştî vedişêre. Di şerê bajaran de gelek kuştiyên wan çêdibin, lê bi tenê yek an jî dudiyan diweşînin. Lê hejmara kuştiyên wan gelek e. Li gorî agahiyên zelal lên me ji çavkaniyên cihê baweriyê ne girtine, bi tenê li Sûrê di nava 105 rojên şer de 400 mirî û 563 birîndarên hêzên AKP'ê hene. Lê vê yekê ji raya giştî vedişêrin. Eger însiyatîfa civakî ya li Tirkiyeyê pêşî li hesabên qesrê yên Erdogan negire, wê di vê oxirê de hînê bi sedan ciwanên Kurd û Tirk jiyana xwe ji dest bidin."