Li Geverê şerekî dijwar diqewime
Li Geverê di navbera çeteyên Qesrê û şervanên YPS/YPS Jin de şerekî dijwar diqewime.
Li Geverê di navbera çeteyên Qesrê û şervanên YPS/YPS Jin de şerekî dijwar diqewime.
Li navçeya Colemêrg Geverê, ku dagirkerî û êrîşên rejîma Tirk di roja 11. de ye, tankên li Tabûra Efeler, Fermandariya Tumenê ya Navçeyê û li ser rêya Şemzînanê bi cih bûne, duh bi şev bombe li taxên Cûmhûriyet, Gungor, Eskî Kişla, Mezarlik, Orman û Dîze barandin. Bomberdûman hînê dewam dike.
Ji ber bomberdûman xisar li dehan xaniyên li navenda navçeyê bû. Danê sibehê jî bi maşînên zirxî û tankan gule û bombe li bend û xendekên li taxên Cûmhûriyet û Eskî Kişla hatin barandin.
Hêzên YPS û YPS Jin bi tundî bersivê didin êrîşên çeteyên qesrê. Şerê li vê derê bi dijwarî dewam dike.
Di vê navberê de hat ragihandin, hêzên rejîma Tirk nûmarayên telefonê ên ekîbên tenduristiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê stendine û bi vî rengî nahêlin agahî ji derve re bên ragihandin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, agahiyên li ser 'tîmên taybet' ên hatine kuştin û birîndar bûne, tên veşartin.