18 cenazeyên li Meletî û Elezîzê hînê nehatine teşxîskirin

Cenazeyên 18 kesên di êrîşên qirkirinê de hatin qetilkirin û li Saziyên Tipa Edlî yên Meletî û Elezîzê ne, nasnameyên wan hînê nehatine tespîtkirin.

Cenazeyên 18 kesên di êrîşên qirkirinê yên li navçeya Amed Sûrê de hatin qetilkirin û li Saziyên Tipa Edlî yên Meletî û Elezîzê ne, nasnameyên wan hînê nehatine tespîtkirin.

Di 14'ê Adarê de ji 8 cenazeyên rakirin Meletiyê, yên Mazlûm Karakoç û Cîhat Turkan ji aliyê malbatan ve hatibûn teşxîskirin û veşartin. Îro jî nasnameyên Mehmet Ramazan Yalvarma û Cuneyt Aydemîr hatin tespîtkirin. Malbatan cenazeyên xwe rakirin û ji bo veşêrin birin warên xwe. Cenazeyê Mehmet Ramazan Yalvarma wê li Farqînê, cenazeyê Cuneyt Aydemîr jî wê li Kopê were veşartin. 

Tevî 5 cenazeyên 21'ê Adarê anîn Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê, bi giştî 14 cenaze hînê nehatine teşxîskirin.

LI ELEZÎZÊ 4 CENAZE HENE

Li Saziya Tipa Edlî ya Elezîzê jî ji 7 cenazeyên 14'ê Adarê ji Sûrê anîn, cenazeyê Dîlber Bozkûrt piştî teşxîskirinê duh ji aliyê malbatê ve teslîm hatibû girtin. Cenazeyên Mahsûm Gurkan û Sînan Dûman ên bi bahaneya 'ewlekariyê' duh nedabûn malbatan, îro hatin wergirtin û wê îro li Amedê werin veşartin.

Ji 4 cenazeyên li saziya Tipa Edlî ya Elezîzê cenazeyên Eşref Polat û Ûgûr Bûrakmak, tevî ku hatine teşxîskirin jî, radestî malbatan nehatine kirin.