Rêveberiya Xweser a Rojava êrîşên li Brukselê şermezar kir

Kordînasyona her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê (Cizîr, Kobanê û Efrînê) êrîşên bombeyî yên duh ên li paytexta Belçîka Brukselê şermezar kir.

Kordînasyona her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê (Cizîr, Kobanê û Efrînê) êrîşên bombeyî yên duh ên li paytexta Belçîka Brukselê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Teror wê her  dem bê ol û nasname be. Ew ti cudahiyê naxe navbera ti pêkhateyan. Her dem armanca wê kuştina jin, zarok, kesên temen mezin û kesên bê guneh bi rengekî hovane ye.

Em weke Kordînasyona Rojava – Sûriyê hemû rêbazên pêkanîna terorê li cîhanê ku DAIŞ’ê û alîgirên wê digirin ser milê xwe, şermezar dikin. Bi taybetî ew êrîşa ku li Brukselê pêk hat û di encamê de bi dehan kuştî û birîndar çûbûn şermezar dikin.

Em ê ji rêgezên xwe gav paş ve navêjin û her dem heta serketinê li hember terorê li ber xwe biidin."