BI DÎMEN

Li Cizîrê stoka madeyên xwarinê kêm maye biqede

Komeleya Alîkariya Rojava, ku xebatên alîkarî û avakirina Cizîrê organîze dike ragihand, stoka madeyên xwarinê kêm bûye û alîkariyê tên jî têrê nakin. Komeleyê xwest, bi lezgînî destek ji kampanya alîkariyê re bê dayîn.

Komeleya Alîkariya Rojava, ku xebatên alîkarî û avakirina Cizîrê organîze dike ragihand, stoka madeyên xwarinê kêm bûye û alîkariyê tên jî têrê nakin. Komeleyê xwest, bi lezgînî destek ji kampanya alîkariyê re bê dayîn.

Zerara ku hêzên dewleta Tirk dane navçeya Şirnex Cizîrê, bi organîzeya xebatkarên dildar û Komeleya Alîkariya Rojava re hewl tê dayîn ji holê bên rakirin. Kampanya alîkariyê ya ji bo navçeyê hatiye destpêkirin, hînê bi têrkerî bersivê nabînin û bersiv ji pêwîstiya bi xebatkaren dildar re jî nehatiye dayîn.

Endama Komeleya Alîkariya Rojava Fîdan Kanlibaş ji ANF'ê re axivî û da xuyakirin, ku ev 20 roj in ew kampanya alîkariyê dimeşînin û pêwîstiya wan bi lezgînî bi alîkariya madeyên xwarinê heye. Kanlibaş diyar kir, alîkariya tê kirin têrê nake û got, "Pêwîste ev kampanya bê mezinkirin û piştgirî were xurtkirin. Bi qasî 30 hezar malbatên divê em xwe bigihînin wan hene û me heta niha alîkarî gihandine bi tenê nîvê van malbatan. Ev têrê nake. Divê bi lezgînî destek ji vê kampanya me re bê dayîn. Bi rojan e em bang dikin, lê têrê nake. Em ji vê derê banga xwe dubare dikin; bila her kes vê mijarê bi lezgînî bixe rojeva xwe."

'EM DILDAR IN Û LI BENDA WE NE'

Ji xebatkarên dildar Ferîde Eralp ku beriya niha bi dilxwazî tevlî kampanya alîkariyê ya li Pirsûsê bûbû, niha jî di nava kampanya avakirina Cizîrê de bi dildarî cih digire. Eralp diyar kir, ew ji Stenbolê hatiye Cizîrê û got, "Ez di kampanya alîkariyê ya li Pirsûsê de jî xebitîm. Ez dibînim ku divê mirov çiqasî destekê bidin kampanya alîkariyê ya li vê derê. Pêwîstiya mirovên li vê derê bi mirovên bixebitin û madeyên xwarinê heye. Em heta niha li depoyê karê paketkirina alîkariyê dikin, piştre wê ev alîkarî li taxan bê belavkirin. Hem bi alîkariya madeyên xwarinê hem jî karê bi dilxwazî re hûn dikarin alîkariyê bidin Cizîrê. Hûn jî mîna me werin, bila destên me zêde bibin û em alîkariyê bidin malbateke din."

'WERIN VÊ DERÊ Û BI DILDARÎ BIXEBITIN'

Ji xebatkarên dildar Mesût Tûran da zanîn, ku ew ji Stenbolê hatiye Cizîrê û got, "Dema min bihîst ku pêwîstî bi xebatkarên dildar heye, ez hatim. Pêwîstiya gelê Cizîrê bi madeyên xwarinê û hevalên bi dildarî bixebitin heye. Em hewl didin birîna mirovên li vir bipêçin. Di mijara madeyên xwarinê de gelek kêmanî hene. Madeyên tên yekser xilas dibin; ji ber ku pêwîstî gelekî zêde ye. Nasname, baweriya xwe çi dibe bila bibe ez bang li her kesî dikim; werin vê derê û ji bo mirovên li vir tiştekî bikin. Pêwîstiya wan bi we heye."

...