KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li eniya Mexmûrê operasyona li dijî çeteyan destpê kir
Hêzên artêşa Iraqê û pêşmergeyan li eniya Mexmûrê saet di 06:00 de li hemberî gundên di destê DAIŞ'ê de ne, dest bi operasyonê kirin. -
'Divê Kurd hemû ji bo serketina sîstema Rojava bixebitin'
Hoşyar Abdûrrahman ê YNK'yî destnîşan kir, ku sîstema Rojava wê li gelemperiya cîhanê bibe sîstemek demokratîk a mînakdar û got, "Divê Kurd hemû ji bo serketina vê sîstemê bixebitin." -
Pezkoviyên li Dêrsimê bi bendavê ve hilkişiyan
Li Dêrsimê, pezkoyên ku qadên wan ên jiyana xwezayî bi bendavan re hatin tinekirin, bi benda ji beton a bendavê ve hilkişiyan. -
Bîlîcî: Kurd tevî êrîşên herî giran jî dev ji daxwazên xwe bernadin
Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Bîlîcî diyar kir, êrîşên AKP'ê yên li hemberî gelê Kurd bi ser neketine û destnîşan kir, ku Kurdan dev ji daxwazên xwe bernedane. -
Ji bo yên duh jiyana xwe ji dest dan li Qada De Brouckère biranîn
Ji bo kesên ku di êrîşên li paytexta Belçîka Brukselê û Balafirgeha Brukselê de jiyana xwe ji dest dan, îro li Qada De Brouckère aktîvîteyek hat lidarxistin. -
Operasyonên qirkirina siyasî: Li Agiriyê 11 xwendekar hatin girtin
Li Agiriyê 11 xwendekarên bi hinceta beşdarî hin daxuyanî û bîranîna bûne bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” hatin girtin. -
Nisêbîn tê topbarandin
Li dijî taxên berxwedanê yên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê topbaran bi awayekî zêde didome. 3 topên hewanê jî li qada Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê ket. -
Meclîsa Damezrêner civîna yekem li dar dixe
Piştî civîna damezirandinê, yekemîn civîna Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demoratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê destpê kir. -
Aydemîr ê li Sûrê hat qetilkirin hat oxirkirin
Cenazeyê Cuneyt Aydemir ê li navçeya Sûrê hat qetilkirin li gundê Bêtûlî yê Navçeya Kopê bi girseyî hat definkirin. -
Li Şirnexê hêzên dewleta Tirk bi obus û topan êrîş dikin
Li Şirnexê rêveberiya awarte û êrîşên komkujiyê di roja 9'an de berdewam dike. Hêzên dewleta Tirk bi obus û topan êrîşî Taxan dike. -
Cenazeyê YPS'î Yalvarma li Farqînê hat oxirkirin
Cenazeyê endamê YPS'ê Muhammet Abdullah Yalvarma (Rodî Amed) ê li navçeya Sûrê li gel 7 hevalên xwe hat înfazkirin, li gundê Pîrema yê Farqînê ji aliyê hezaran kesan ve hat oxirkirin. -
Li Parîsê çalakiya edaletê
Daxwazên ‘Edalet û ronîkirinê’ ya ji bo qatilên yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez diyar bibin berdewam dikin. -
Gurkan û Dûman ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin
Cenazeyên Mahsûn Gurkan û Sînan Dûman ên ku li Sûrê hatin qetilkirin ji aliyê hezaran kesan ve hatin oxirkirin. -
Li Geverê teqîn
Li Taxa Cûmhûriyet a Geverê cihên ku şer dijwar bûn, teqînek pêk hat. Ji bo cihê bûyerê ambûlans tên sewqkirin. -
Ozgokçe: Gelê Geverê ne bi tenê ye
Piştî girseya ji bo şkandina dorpêça li ser Geverê ji Wanê derket rê hate astengkirin, Ozgokçe di civîna çapemeniyê de axivî û wiha got: “Em ê vê têkoşîna xwe heta dawî bidomînin. Gelê Geverê ne bi tenê ye.” -
Kerboraniyan tevî êrîşan jî Bozkûrt ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin
Dîlber Bozkûrt a ku li Sûrê hat qetilkirin ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxir kirin. Di merasîmê de Bav Bozkûrt axivî û wiha got: “Em ê di rêya şehîdê xwe re bimeşin.” -
Li Kobanê û Efrînê çeteyan êrîş kirin
YPG’ê da xuyakirin ku çeteyan li Kobanê û Efrînê êrîş pêk anîne. -
Nasnameyên êrîşkarên Brukselê hatin eşkerekirin
Dozgerê Federal ê Belçîkayê Van Leeuw, nasnameyê her sê endamên DAÎŞ’ê yên li Brukselê êrîşa bombeyî pek anîbûn, ji raya gişti re eşkere kir. -
YPS: Li Nisêbîn û Geverê bi dehan çeteyên Qesrê hatin kuştin
Li gor agahiyên YPS’ê, di çalakî û şerên 4 rojan de bi dehan ‘tîmên taybet’ hatin kuştin. -
Li Nisêbînê şerên pir dijwar diqewimin
Li Nisbînê şerên pir dijwar tê meşandin, teqînekî mezin pêk hat. Piştî teqînê ambûlans sewqî herêmê hatin kirin. -
Fermandarekî YBŞ’ê û 2 gerîlayan li Şengalê jiyana xwe ji dest dan
Fermandariya YBŞ’ê û Fermandariya HPG’ê diyar kir ku 21’ê Adarê di pêngava rizgarkirina herêma Şengalê de fermandarekî YBŞ’ê û 2 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. -
Li Geverê şerên dijwar diqewime
Li Geverê êrîşên çeteyên Qesrê yên 11 roj in didome, dijwar bûn. Hevserokê Meclîsa Gel ê Geverê Şerafettîn Dede banga xwedîderketina berxwedana Geverê kir. -
Hollandayê Sefaretxaneya xwe ya li Stenbolê girt
Piştî Belçîkayê vê carê jî Hollandayê li Stenbolê sefaretxaneya xwe girt. -
Gelê Wanê bend derbas kir û ber bi Geverê ve dimeşe
Elbakiyên xwe gihandin girseya gel a ji navenda Wanê hat, ji bo şikandina dorpêçiyê hewl didin xwe bigihînin Geverê. -
YPG’ê nasnameyên 3 şervanên xwe eşkere kir
YPG’ê nasnameyên 3 şervanên xwe yên di şerê li herêmên Şedadê û Silûkê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.