Li Şirnexê hêzên dewleta Tirk bi obus û topan êrîş dikin
Li Şirnexê rêveberiya awarte û êrîşên komkujiyê di roja 9'an de berdewam dike. Hêzên dewleta Tirk bi obus û topan êrîşî Taxan dike.
Li Şirnexê rêveberiya awarte û êrîşên komkujiyê di roja 9'an de berdewam dike. Hêzên dewleta Tirk bi obus û topan êrîşî Taxan dike.
Li Şirnexê rêveberiya awarte û êrîşên komkujiyê di roja 9'an de berdewam dike. Li hemberî van êrîşan gelê Şirnexê jî di ber xwe dide û destûr nade ku hêzên dewletê têkeve nava tax û bajêr. Hêzên dewletê ku nikare têkeve nava tax û bajar bi obus û topên hawanê êrîşî bajar dike.
Li Bajarê Şirnexê dorpêç, êrîşên komkujiyê û rêveberiya awarte di roja 9'an de berdewam dike. Hêzên dewletê ku nikare têkeve nava tax û kolanên Şirnexê di saetên êvarî de bi top, havan û obusan dest bi êrîşan kir. Hêzên dewletê li Gumuştepe û 23'emîn Fermandariya Cendirmeyan a Tunema Sînor bi tang, top û obusan êrîşî taxên Yenimahalle, Dîcle, Bahçelievler, Cumhuriyet û İsmetpaşa dike.
Di êrîşên topên hawanê û obusê de di gelek xaniyan de şewat derket. Hêzên dewletê ku xwestin têkevin nava taxan, li taxên Dicle û Yeşîlyurtê rastî berxwedanê hatin û şerekî dijwar pêk hat. Tekildarî kuştin û birîndaran agahî nehat bidestxistin. Gelek ambulans çûn 23'emîn Fermandariya Cendirmeyan a Sînora Tumenê. Piştre tevgera helîkopteran dest pê kir.
Êrîşên bi hawan û bombeyan didomin.