Gurkan û Dûman ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin
Cenazeyên Mahsûn Gurkan û Sînan Dûman ên ku li Sûrê hatin qetilkirin ji aliyê hezaran kesan ve hatin oxirkirin.
Cenazeyên Mahsûn Gurkan û Sînan Dûman ên ku li Sûrê hatin qetilkirin ji aliyê hezaran kesan ve hatin oxirkirin.
Cenazeyên Mahsûn Gurkan û Sînan Dûman ên ku li Sûrê hatin qetilkirin ji aliyê hezaran kesan ve hatin oxirkirin. Di merasîma cenaze de xalê Gurkan, Orhan Yakişir axivî û wiha got: "Wan tiştên ku li wan hate kirin. Ew mîlîtanên fikra ku dema wî hatibû ne. Ji ber vê yekê jî ti artêşê nekarî li hemberî wan bisekinin û wê nesekine jî."
Cenazeyên Mahsûm Gurkan û Sînan Dûman ên ku li navçeya Sûrê ya Amedê di dema dorpêçên qirkirinê de hatin qetilkirin serê sibehê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Xarpêtê hatin wergirtin û bi konvoya ji dehan wesayîtan pêk tê ber bi Amedê ve derketin rê. Di têketina Amedê de jî ji aliyê sedan kesan ve hate pêşwazîkirin û ji bo bên definkirin ber bi Goristana Yenîkoyê ve birin. Welatiyan jî di rê de cenaze bi nîşaneyên serkeftinê ve silav kirin.
Cenaze li Goristana Yenîkoyê ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşma "Şehîd namirin" ve hatin pêşwazîkirin di vê navberê de jinekî gotina "Ji bo qehremanên me rê vekin ew şehîdên Kurdistanê ne" qîr kir. Cenazeyên Dûman û Gurkan bi meşê birin cihê gora wan, di meşê de wêneyên Dûman û Gurkan hatin hilgirtin û dirûşmên "Dê edalet bi PKK'êre bê" "tolhildan" "Bijî berxwedana Sûrê" hatin berzkirin.
Piştî ku cenaze hatin definkirin bi sirûda "çerxa şoreşê" ve rêz hate girtin. Hevseroka MEYA-DER'ê ya Amedê Ayşe Dîcle li vir axivî û ji bo hemû gelê kurd sersaxî xwest.
Piştre jî Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek anî ziman ku gelê kurd heta îro bi milyonan bedel dane û wiha axivî: "Em heta ku li ber xwe bidin, heta ku xeyalên wan pêk bînin em ê têkoşîna xwe bidomînine."
Bavê Sînan Dûman, Zulkuf Dûman jî diyar kir ku ew heta dilopa dawî ya xwîna xwe şopdarên têkoşîna xwe ne û wiha got: "Kurê min şehîdê gelê Kurdistanê ye. Bila serê gelê kurd sax be."
Li ser navê malbata Gurkan jî xalê Gurkan, Orhan Yakişir axivî û diyar kir hemû berxwedêran rêzdariya gelan qezenc kirine û wiha got: "Kêm berxweder hene ku di heman demê de rêzdariya dijmin jî qezenc kirine. Ev şehîdên ku îro em oxir dikin jî ji wan bûn. Ev çar mehan zêdetir e ligel derfetên kêm, li dijî hemû êrîş, hovîtî û wehşetê li ber xwe dan. Wan tiştên li wan dihat kirin. Ew mîlîtanên fikra ku dema wî hatibû bûn. Ji ber vê yekê jî ti artêş li hemberî wan nekarî bisekine û ew ê nesekine jî. Yên ku li pey mane jî wê bibin şopdarên wan."
Piştî axaftinan ji bo Dûman û Gurkan helbesta ku hatibû nivîsandin hate xwendin. Malbatên Dûman û Gurkan gul danîn li ser goran. Piştre girse bi diruşman ve ji goristanê veqetiyan.