Bîlîcî: Kurd tevî êrîşên herî giran jî dev ji daxwazên xwe bernadin
Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Bîlîcî diyar kir, êrîşên AKP'ê yên li hemberî gelê Kurd bi ser neketine û destnîşan kir, ku Kurdan dev ji daxwazên xwe bernedane.
Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Bîlîcî diyar kir, êrîşên AKP'ê yên li hemberî gelê Kurd bi ser neketine û destnîşan kir, ku Kurdan dev ji daxwazên xwe bernedane.
Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Bîlîcî diyar kir, êrîşên AKP'ê yên li hemberî gelê Kurd bi ser neketine û destnîşan kir, ku Kurdan dev ji daxwazên xwe bernedane. Bîlîcî da xuyakirin, ku gelê Kurd dixwaze hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re were kirin û got, "Bi tenê darên berû jî bimîne, li Kurdistan ev têkoşîn wê bidome."
Li Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Nûr û gelek bajar û navçeyên din, dorpêçiya hêzên dewleta Tirk û berxwedana gelê Kurd a li hemberî vê dagirkeriyê, dewam dike.
Serokê Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Racî Bîlîcî pêvajoya qirkirinê ya ku AKP'ê li Bakurê da destpêkirin, ji ANF'ê re nirxand.
Bîlîcî da zanîn, li hemberî daxwaza maf û statuyê ya gelê Kurd, dewleta Tirk bi bikaranîna her şêwe çek û hêzeke eglekî zêde bersiv daye û got, "Bi tank, top û her cûre çekên xwe ket nava bajaran. Bajar bi temamî dorpêç kir. Bi mehan qedexe ranekir û bi vî rengî re xwest mirovan ji hev belav bike. Polîtîkayek têkbirina gel ji aliyê aboriyê ve û kuştina mirovan meşand."
Bîlîcî diyar kir, wan li ser van komkujî, îşkence û her şêwe binpêkirinên mafên mirovan ên li van bajarên dorpêçkirî kirine rapor û pêşkêşî hemû saziyên enteweyî û navneteweyî kirine.
Bîlîcî anî ziman, wan di vê der barê de bi Komîseriya Mafên Mirovan a Yekîtiya Ewropayê, Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên yekbûyî û hemû rêxistinên mafên mirovan ên li Ewropayê re hevdîtin kirine, rapor pêşkêşî wan kirine, hinek ji wan vexwendine Kurdistanê, ku karibin li cih lêkolînan bikin û got, "Gelê Kurd demokrasî û muzakereyê,mafên xwe yên gelbûyînê û xwerêvebirinê dixwaze. Şîdetê naxwaze. Dixwaze tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û muzakere li cihê mayî bê meşandin. Me ji van saziyên navneteweyî xwestin, ku dest li vê helwesta tund a dewletê ku bi dijwarî bersiv da vê daxwazê, werdin."
Bîlîcî ragihand, wan bi sefîrên bilind ên dewletên li Tirkiyeyê xwedî gotin in, hevdîtin kirine û got, "Mixabin li pêş çavên tevahiya cîhanê li Cizîrê, li Sûrê komkujî hat kirin û hînê jî li gelek cihan komkujî tên kirin."
Bîlîcî axaftina xwe wiha dewam kir: "Em bi taybetî ji saziyên navneteweyî re vê dibêjin; divê ev rewş derhal bê sekinandin, ji ber ku rewşeke were dewamkirin nîne. Mirov êdî li Kurdistanê nikarin bikevin nava malên xwe, li rojavayê Tirkiyeyê jî mirov nikarin ji malên xwe derkevin. Divê bersiv ji vê daxwaza Kurdan re were dayîn. Kurd şîdetê naxwaze, bi israr dibêje diyalog û muzakereyê dixwaze. Lê bi înkar û tinekirinê bersivê dibînin. Pêwîste her kes bi vê zanibe, eger hûn pêşî li hevdîtina bi Birêz Ocalan bigirin, tecrîdê bikin û şîdetê zêde bikin, hingî hûnê çareseriyê giran bikin. Kurd bi awayekî vekirî dibêje 'nûnerê me Birêz Ocalan e'. Divê derhal şîdet bê sekinandin, operasyon werinr awestandin û PKK jî bi heman rengî bersivê bide, bi awayekÎ du alî şer bê sekinandin û diyalog-muzakere ji nû ve bê destpêkirni. Di rewşeke berevajî de vaye pratîka salên 90'î û salên 30'î li holê ne; we hemû gund şewitandin, tam 3500 gundî gund hatin şewitandin, tevî vê yekê 4 mîlyon mirov ji cih û warên xwe bûn. Bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, dîsa jî hûn di dawiya dawî de li dora maseyê bi Ocalan re rûniştin. Hûn niha bajaran tine dikin, lê ji vê ti encam dernakeve. Çavdêriya me ev e: Bi tenê darên berû jî bimînin, wê li Kurdistanê ev têkoşîn bidome. Bi salan e hûn darên berû dişewitînin, lê dîsa şîn dibe; wê li hemberî we her tim sekneke zelal nîşan bidin."