Li Kobanê û Efrînê çeteyan êrîş kirin
YPG’ê da xuyakirin ku çeteyan li Kobanê û Efrînê êrîş pêk anîne.
YPG’ê da xuyakirin ku çeteyan li Kobanê û Efrînê êrîş pêk anîne.
Navenda Çapemeniya YPG’ê têkîldarî êrîşên çeteyan ên li Kobanê û Efrînê agahî dan.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
22’yê Adarê saet 09.00-11.00’an çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîşî gundê Qereqozaxê kirin.
22’yê Adarê danê sibehê çeteyên DAIŞ’ê li hember başûr û başûrrojhilatê bendavê Tişrinî ya girêdayî Kobanê bi çekên giran 2 êrîş li dar xistin.
22’yê Adarê piştî nîvro çeteyan bi topên hewanê êrîşî gundê Beşemrê yê girêdayî navçeya Şerawa ya Efrînê kirin.