Li eniya Mexmûrê operasyona li dijî çeteyan destpê kir

Hêzên artêşa Iraqê û pêşmergeyan li eniya Mexmûrê saet di 06:00 de li hemberî gundên di destê DAIŞ'ê de ne, dest bi operasyonê kirin.

Operasyon bi desteka hewayî ya balafirên şer ên koalîsyonê hat destpêkirin. Operasyon di destpêkê de li gundên Kudîle, Mehane û Sûltan Ebdulah ên li başûrrojhilatê Mexmûrê tê meşandin.

Rayedaran dan xuyakirin, ku di çarçoveya operasyonê de gundê Mehane ji çeteyan hatiye paqijkirin û şerê li gundê Kudîle jî dewam dike. Hat ragihandin, çeteyên DAIŞ'ê bêyî şer bikin ji gundê Kermirdê û Xetabê reviyane.