Gelê Wanê bend derbas kir û ber bi Geverê ve dimeşe
Elbakiyên xwe gihandin girseya gel a ji navenda Wanê hat, ji bo şikandina dorpêçiyê hewl didin xwe bigihînin Geverê.
Elbakiyên xwe gihandin girseya gel a ji navenda Wanê hat, ji bo şikandina dorpêçiyê hewl didin xwe bigihînin Geverê.
Bi hezaran kesên ji bo şikandina dorpêçiya çeteyên qesrê ya li ber avahiya DBP'ê ya Navçeya Elbakê li hev civiyan, ber bi rêya bejahî ya Wan-Colemêrgê ve dest bi meşê kirin. Dikandarên navçeyê jî dikanên xwe girtin û destek dan çalakiyê.
Girseya gel ku hevşaredar, hevserokên DBP û HDP'ê yên navçeyê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî di nav de heye, ji bo astengiya li pêşiya heyeta HDP'ê ya ji Wanê tê protesto bike, rêya bejahî ya Wan-Colemêrgê li trafîkê girt.
Elbakiyan xwe gihandin girseya gel a ji navenda Wanê hat û bendên polîsên Tirk derbas kirin. Girseya gel hewl dide xwe bigihîne Geverê.
Li aliyê din, ji bilî firin û dermanfiroşan, ti dikan li navçeyê nehatiye vekirin.