Nisêbîn tê topbarandin

Li dijî taxên berxwedanê yên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê topbaran bi awayekî zêde didome. 3 topên hewanê jî li qada Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê ket.

Li dijî taxên berxwedanê yên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê topbaran bi awayekî zêde didome. 3 topên hewanê jî li qada Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê ket.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku li dijî êrîşên qirkirinê berxwedana xwerêveberiyê didome, bi danê êvarî re şer ji nû ve zêde bûn. Ji wesayîtên zirxî yên taxên Firat, Dîcle, Abdûlkadîrpaşa û Yenîşehîrê dorpêç kirine, tax bi çekên giran tên gulebarandin, bi tankên li derdora Rêya Îpekê û Goristana Gîrnavas hatine bicihkirin jî tax bi topan tên bombekirin.

Her wiha 3 topên hewanê li qada Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê ket. Ji ber bomberdûmana zêde, nehat zanîn ku bê topên hewanê ji kû derê tên avêtin.