Fermandarekî YBŞ’ê û 2 gerîlayan li Şengalê jiyana xwe ji dest dan
Fermandariya YBŞ’ê û Fermandariya HPG’ê diyar kir ku 21’ê Adarê di pêngava rizgarkirina herêma Şengalê de fermandarekî YBŞ’ê û 2 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.
Fermandariya YBŞ’ê û Fermandariya HPG’ê diyar kir ku 21’ê Adarê di pêngava rizgarkirina herêma Şengalê de fermandarekî YBŞ’ê û 2 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku 21’ê Adarê di pêngava rizgarkirina derdora gundê Medîban a Şengalê de 3 şervanên wan bi qehremanî şehîd ketine.
Hat ragihandin ku yek ji şervanên jiyana xwe ji dest dayî bi navê Şengal e û fermandarekî YBŞ’ê ye û 2 jî gerîlayên HPG’ê ne.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parve kirin:
“21’ê Adarê di çarçoveya pêngava rizgarkirina gundên derdora Şengalê de 2 gerîlayên HPG’ê yên di berxwedanê de cih digirtin û fermandarekî YBŞ’ê li derdora gundê Medîbanê şehîd ketin. Di encama mayînên zêde yên ku çeteyan bi cih kiribûn de her 3 şervanên me yên qehreman şehîd ketine.
Hevriyên me Erdal û Salih yên ku di pêngava rizgarkirina Şengalê de bi biryardariyekî mezin û bawerî beşdar bûn, hem di navenda bajar û hem jî di nava hemû taxan de berxwedaniyeke mezin kirin û bi fedayîtî li dijî çeteyan şer kirin.
Hevriyê me Fermandarê YBŞ’ê Şengal, di vê têkoşînê de cih girt û di dozê de bi biryardariyekî mezin yek ji fermandarên ku mînak bê nişandan e.
Gerîlayên me yê ku bi biryardarî li hember zilma çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîn meşandin em bi bîr tînin, hevriyê me Şengal ê di berxwedanê de bi awayekî aktîf rol lîstiye bi rêzdarî û mînet bi bîr tînin. Soza girêdanê ya bi bîranîn û rêya wan a heta ku bigihînin serkeftinê didin.”
Nasnameya gerîlayên HPG’ê yên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Erdal Gabar
Nav û Paşnav: Hakan Atdemîr
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Perîşan- Tacettîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Şengal/21’ê Adarê 2016
***
Nasnav: Salih Kandal
Nav û Paşnav: Alî Bîlen
Cihê Jidayikbûnê: Riha
Navê Dayik û Bav: Dûrra - Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Şengal/21’ê Adarê 2016