Kerboraniyan tevî êrîşan jî Bozkûrt ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin
Dîlber Bozkûrt a ku li Sûrê hat qetilkirin ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxir kirin. Di merasîmê de Bav Bozkûrt axivî û wiha got: “Em ê di rêya şehîdê xwe re bimeşin.”

Cenazeyê Dîlber Bozkûrt a li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû qetilkirin ji Nexweşxaneya Dewletê ya Elezîzê hate wergirtin û anîn Mêrdînê. Cenaze ji aliyê girseya ku parlamenterên HDP'î jî hene, li rawestgeha Deywan a Kerborenê hate pêşwazîkirin. Hêzên dewletê yên ku navçe dorpêç kirin cenaze di têketina navçeyê dan rawestandin û yek bi yek kontrola GBT'ê kirin.
Li navçeya ku esnafan derabeyên dikanên xwe venekerin, bi sedan kesên ku cenazeyê Bozkurt girtin ser milên xwe, ber bi goristanê ve meşiyan. Her ku çû hejmara gel zêde bû û li ser vê yekê jî hêzên dewletê pêşiya gel birîn, bi bombeyên gazê û ava şid ve êrîşî gel kirin. Gel bi parastina xwe ya cewherî ve bersiv da êrîşan. Ligel êrîşa bi deqîqeyan berdewam kir, gel meşa xwe berdewam kir û gihîşt Goristana Seyîd Hasan. Li vir cenazeyê Bozkurt bi dirûşman ve hate oxirkirin.
Piştî rêzgirtina bi sirûda "çerxa şoreşê”, bavê Bozkurt Ramazan Bozkurt axivî û wiha got: "Em ê di rêya şehîdên xwe de meşa xwe bidomînin. Bila serê Kurdistanê sax be."
Piştî merasîma cenaze, gel ji bo sersaxiyê derbasî Taxa Sarayê bûn.