YPS: Li Nisêbîn û Geverê bi dehan çeteyên Qesrê hatin kuştin
Li gor agahiyên YPS’ê, di çalakî û şerên 4 rojan de bi dehan ‘tîmên taybet’ hatin kuştin.
Li gor agahiyên YPS’ê, di çalakî û şerên 4 rojan de bi dehan ‘tîmên taybet’ hatin kuştin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkîldarî encamên şer û berxwedanên li Nisêbîn û Geverê agahî parve kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li hember êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê şerekî berxwedanê tê dayîn.
Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl têkîldarî şerên li Nisêbînê ev agahî dan:
“Encamên şerên 4 rojan ên di navbera yekîneyên me yên berxwedanê yên YPS’ê û çeteyên AKP’ê yên li Taxên Elîka û Koçera yên Nisêbînê wiha ne:
Taxa Elîka:
19’ê Adarê saet 14.00’an tîmekî taybet hat kuştin.
20’ê Adarê saet 14.00’an di çalakiya sabotajê ya ku yekîneyên me yên berxwedanê li hember maleke çeteyên AKP’ê ketinê pêk anîn de bi zelalî 8 tîmên taybet hatin kuştin.
20’ê Adarê saet 15.00’an yekîneyên me yên berxwedanê li hember komek tîmên taybet ên ji 30 kesî pêk dihatin çalakiya sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de 18 tîmên taybet hatin kuştin, gelek jî hatin birîndarkirin. Li vir şervanekî me yê bi ser tîmên taybet ên kuştî meşiya, gihişt şehadetê.
20’ê Adarê saet 14.50’an dema 3 tîmên taybet ji kepçeyê daketin bûn hedefa yekîneyek me. Piştî lêdanê her sê tîmên taybet jî hatin kuştin. Nîv saet piştî çalakiyê, di navbera tîmên taybet ên ji bo mudaxeleyê hatin û yekîneyên me de şer qewimîn. Di vî şerî de hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin.
20’ê Adarê saet 15.30’an di encama çalakiya kemînê ya yekîneyên me yên berxwedanê de 2 tîmên taybet hatin kuştin.
21’ê Adarê saet 11.00’an baskekî dijmin ê hewl da bikeve taxê bû hedef, di encam de 3 tîmên taybet hatin kuştin.
21’ê Adarê saet 13.00’an di encama çalakiya sabotajê ya yekîneyên me li hember wesayîtek zirxî ya kobra li dar xistin de wesayît bi temamî îmha bû, di vê wesayîtê de herî kêm 3 tîmên taybet hatin kuştin. Di heman demê de kepçeyek ji bo hilweşandina barîqatan hatibû, wesayîtek zirxî ya Ejder jî ji bo parastina wê hatibû. Di çalakiya sabotajê ya li hember wesayîta zirxî ya Ejder de wesayît bi temamî hat îmhakirin, hejmara polîsên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.
22’ê Adarê di çalakiya li hember tîmên taybet ên nêzî avahiyekê xwe bi cih kirine de gelek mirî û birîndarên dijmin çêbûn, lê hejmarek zelal a dijminê faşîst nehat bidestxistin.
22’ê Adarê saet 10’an dema wesayîtek zirxî ya Ejder, yek Kobra û tankekê hewl dan bikevin taxê rastî çalakiya me ya sabotajê hatin, di encam de wesayîta Kobra bi temamî hat îmhakirin, wesayîtên din bi derbxwarinê vekişiyane. Di vê teqînê de herî kêm 3 tîmên taybet hatine kuştin.
22’ê Adarê saet 12.00’an kepçeyek di encama çalakiya yekîneyên me ya sabotajê de derbe xwar û vekişiya.
22’ê Adarê dema tankekê hewl da bikeve taxê, bi çalakiya sabotajê ya yekîneyên me yên berxwedanê bi temamî hat îmhakirin. Hejmara dijminê mirî û birîndar nehat zelalkirin.
22’ê Adarê di çalakiya hemwext a li hember komek tîmên taybet de bi zelalî 8 tîmên taybet hatin kuştin.
22’ê Adarê saet 16.00’an tîmekî taybet bi çalakiya sûîqestê hat kuştin.
Taxa Koçera:
22’yê Adarê saet 14.00’an li aliyê Weysika di çalakiya sabotajê ya li hember wesayîtek zirxî ya Kobra de wesayît bi temamî hat îmhakirin, bi vîncê ji cihê bûyerê hat kişandin. Li vir herî kêm 3 tîmên taybet hatin kuştin.
22’yê Adarê yekîneyên me yên berxwedana li hember çeteyên AKP’ê yên ketin 2 malan çalakiya sabotajê li dar xistin. Tevî gelek birîndar û miriyên çeteyên AKP’ê hene jî hejmar nehate zelalkirin.
22’ê Adarê saet 15.00’an li aliyê Weysika pêgerek hewayî ya keşfê ya bi navê Drone ji aliyê yekîneyên me hat xistin.
Mudaxeleyên sîstema faşîst a bi obus, hewan û tankan bi awayekî zêde dewam dike.
LI GEVERÊ 16 JOH HATIN KUŞTIN
22’ê Adarê saet 11.00’an li sêgoşeya rêya Sûkê ya li nêzî taxên Dizê, Kişla û Cûmhûriyetê şerên dijwar qewimîn. Li gor çavkaniyên herêmî herî kêm 16 JOH hatin kuştin û birîndar jî hene.