Li Nisêbînê şerên pir dijwar diqewimin

Li Nisbînê şerên pir dijwar tê meşandin, teqînekî mezin pêk hat. Piştî teqînê ambûlans sewqî herêmê hatin kirin.

Li Nisêbînê  bi qedexeya derketina kolana re êrîşên qirkirinê didomin, şerên pir dijwar pêk tên. Li hember Taxên Firat, Abdulkarîpaşa, Yenîşehîr û Dicleyê êrîş zêde bûne, êrîşên topan yên ji sibehê ve destpêkirin berdewam dikin. Êrîşên hewanan ên li hember taxan tê kirin, teqînên pir dijwar pêk tên. Dengê çekan ên ku ji taxan kêm nabe li Taxa Firatê teqînekî pir dijwar pêk hat. Piştî teqînê tax di nava dûmanê de ma, piştre abûlans û wesayîtên xirxî sewqî taxê hatin kirin.

Li aliyê din hêzên dewletê avahiya  hildiweşînin û dixwazin pêşde biçin, konteyniran  tînin taxan, disa hat dîtin ku kepçeyên zirxî û kamyonan sewq dikin.