KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Malbatan cenazeyên 3 kesan ji Rihayê wergirtin
Malbatan cenazeyê Hamza Îdîm, Halîl Çelîk û Vasfi Kaya yên li navçeya Cizîr û Hezexê hatin qetilkirin û şandibûn Rihayê, ji Rihayê wergirtin. -
Li Gurgum, Denîzlî, Mûgla, Çankkale û Şenobayê Newroz hat pîrozkirin
Li navçeyên Elbistan û Bazarcix ên Mereşê, li Denîzlî, Mûgla, Çanakkale û li bajarokê Sêgirkê ya Şirnexê hezaran Newroz pîroz kirin. -
Li Norveçê li 3 navendan Newroz hat pîrozkirin
Li paytexta Oslo ya Norveçê, li bajarên Sravanger û Bergenê Newrozê bi coş hat pîrozkirin. -
Li Dêrsim, Şirnexê û Mêrdînê 13 kes hatin girtin
Hêzên rejîmê bi êrîşên qirkirinê re polîtîkayên qirkirina siyasî jî dimeşîne, li Şirnexê kesek, Kerboranê 5 kes, li Dêrsimê jî 7 kes girtin. -
Li Montrealê ji jinan meşa aştiyê
Li bajarê Montreal ê Kanadayê, Komîsyona Jinan a Meclîsa Kurd a Demokratîk a Montrealê û komîsyonên ji 7 gelên cuda, bi awayekî hevpar meşa aştiyê li dar xistin. -
Newroza Amedê a Dîrokî bi dirûşmeya ‘ Hûn Nikarin Îradeya Me Bişkînin’ ve bi dawî bû.
Newroza Amedê a Dîrokî bi dirûşmeya ‘ Hûn Nikarin Îradeya Me Bişkînin’ û piştî axaftin û konserên muzîkê bi dawî bû. -
Serhedê jî qedexeyên AKP’ê nas nekir, agirê Newrozê geş kir
Li bajar û navçeyên Serhedê bi deh hezaran kes cejna vejîn û azadiyê, Newrozê pîroz kir. -
YPG: Li hember êrîşên çeteyan bersivên tund tê dayîn
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di mudaxeleyên li hember hewldanên êrîşên çeteyan de gelek çete kuştine. -
Baydemîr ê dewletê qetil kir hate oxirkirin
Cenazeyê Bûrhan Baydemîr ê li Hezexê di encama êrîşên qirkirinê yên hêzên çekdar ên rejîmê de hate qetilkirin, li Cizîrê ber bi bê dawîtiyê hate oxirkirin. -
Bi wêneyan Newroza dîrokî ya Amedê
Li Amedê tevî hemû êrîşên deweta Tirk û provakasyonan jî bi sed hezaran kesî berê xwe dan Qada Newroza Batikentê. -
Di Newroza dîrokî de ji ciwanan, jinan, girtiyan û malbatan peyam
Li Newroza dîrokî ya Amedê bi peyemên ciwanan, jinan, malbat û girtiyan berdewam dike. -
Li qadên gerîla pîrozbahiyên Newrozê didomin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmên leşkerû û aktîvîteyên cur bi cur Cejna Newrozê pîroz dikin. -
Li Rojava Newroza Federalîzma Demokratîk
Federalîzma Demokratîk mohra xwe li pîrozbahiyên Newroza Rojava da. -
YPS'ê derbên giran li çeteyên qesrê xist: 25 mirî
Di çalakiyên şervanên YPS û YPS Jin ên li Nisêbîn, Şirnex û Geverê de 25 çeteyên qesrê hatin kuştin. -
Gerîlayan li Heftenîn û Şirnexê çalakî li dar xistin
Gerîlayên HPG/YJA Star li navenda Şirnex û xeta sînorê Heftenîna çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de li gorî ku hat zalalkirin 2 leşker hatin kuştin. -
Bi deh hezaran Kurdistaniyan li Qendîlê Newroz pîroz kirin
Newroz li Qendîlê ji aliyê bi deh hezaran Kurdistaniyên ji çar aliyên welêt bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de peyamên ji bo yekîtiya neteweyî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin dayîn. -
Yuksek: Gel wê AKP’ê bavêjin sergoyê dîrokê
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek di Newroza Sêrtê de axivî, got: “Her çiqasî hûn zextê bikin jî, hûn ê di demeke kurt ji desthilatiyê bikevin. Gel wê AKP’ê bavêjin sergoyê dîrokê.” -
Demîrtaş: Amedê peyama xwe da, rast bixwînin
"Em jî peyamên ji Kobanê Arîn Mîrkan, ji Cizîrê Mehmet Tûnç, ji Silopiyayê Sêvê berhev dikin, wek nameyek aştiyê ji Îmraliyê, ji Serok Apo re dişînin." -
Newroza Amedê didome: Em bi berxwedanê serbilind in!
Hevberdevka HDK’ê Koçyîgît got, “Yên li ber xwe nadin têk diçin. Dixwazin em têk biçin. Lê, ev qad careke din têkneçûn nîşan da.” Berdevkê Heyeta Îmraliyê Onder jî wiha got: “Em bi Amed, Sûr, Cizîr, Şirnexê re serbilind in, tevahî rûmeta me ne.” -
Di Newroza Kobanê de federaliya demokratîk hat silavkirin
Hevserokê Meclîsa Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê Mensûr Sellûm di pîrozbahiya Newrozê ya li Girê Miştenûrê axivî û diyar kir, danûstandinên li Cenevreyê pirsgirêkê girantir dikin, lê meclîsa wan çareseriyê pêşniyar dike. -
Gel li Colemêrgê bi berxwedanê Newrozê pîroz dike
Li Colemêrgê, tevî qedexe û êrîşên polîsên Tirk jî gel li taxan li hev civiya, agirê Newrozê dada û Newroz pîroz xist. -
Karayilan: Newroza 2016'an wê bibe Newroza meşa serketinê
Cejna Newrozê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmeke bi heybet hat pîrozkirin. Karayilan di axaftina xwe ya li vir de got, "Newroza 2016'an wê bibe Newroza çareseriyê ya gelê me; wê bibe destpêka nû, bibe Newroza meşa serketin û azadiyê." -
Çeteyên Qesrê malan didin ber agir
Parlamenterê HDP’ê Ferhat Encu diyar kir ku çeteyên Qesrê malên li Taxa Tûrgût Ozalê didin ber agir. -
Li Nisêbînê 3 tîmên taybet ên Qesrê hatin kuştin
Li Nisêbînê teqînek pêk hat û di encama teqînê de 3 çeteyên Qesrê hatin kuştin. -
Agirê Newrozê li Agirî gur dibe
Li Agiriyê tevî astengiya polîsan jî bi hezaran kes ji bo pîrozkirina Newrozê li hev civiyan. Ji gund û navçeyan jî hînê gel diherikin qada pîrozbahiyê.