Newroza Amedê didome: Em bi berxwedanê serbilind in!

Hevberdevka HDK’ê Koçyîgît got, “Yên li ber xwe nadin têk diçin. Dixwazin em têk biçin. Lê, ev qad careke din têkneçûn nîşan da.” Berdevkê Heyeta Îmraliyê Onder jî wiha got: “Em bi Amed, Sûr, Cizîr, Şirnexê re serbilind in, tevahî rûmeta me ne.”

Newroza Amedê ya dîrokî bi tevlîbûna sed hezaran didome. Hevberdevka HDK’ê Koçyîgît got, “Yên li ber xwe nadin têk diçin. Dixwazin em têk biçin. Lê, ev qad careke din têkneçûn nîşan da.” Berdevkê Heyeta Îmraliyê Onder jî wiha got: “Em bi Amed, Sûr, Cizîr, Şirnexê re serbilind in, tevahî rûmeta me ne.” Onder xwest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan bê rakirin.

Li Newroza Amedê ya dîrokî bi beşdariya sed hezaran kesan ve bi coş berdewam dike û axaftin jî didomin. Li qadê dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" "Bijî Serok Apo" tên berzkirin û coşeke pir mezin heye. 

Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bi silavkirina gel dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Bi hefteyan e ligel gotegotên wê bombe biteqe ez Amediyên ku xwedî li îradeya xwe derket û ev qad tijî kir silav dikim. Em bi hezaran sal in Newrozê pîroz dikin. Zarokên Kawa yên ku li dijî Dehaqên zalim serî hildan tu caran agir venemirandin. Em wekî zarokên Kawa xwedî li vî kevneşopiyê derdikevin. Ligel qedexeyan em li her derê derketin qadan û Newroza xwe pîroz kir."

‘EM BERNADIN’

Koçyîgît bilêv kir ku di Newroza 2013'an de li dikê nameya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan hatiye xwendin, bi milyonan kesan jî anîn ziman ku ew li pey vî îrdayê ne. Koçyîgît ev tişt anî ziman: "Ji ber aştiyê aciz bûn. Ji bo ku nelirêtiyên xwe bidomînin biryara şer dan. Ev şer li Tirkiye û Kurd istanê pêk tê. 100 sal in dixwazin Kurd an biçewisînin. Em dizanin ku ev polîtîka di salên 90'an de çawa hate pûçkirin îro jî em dev ji têkoşînê bernadin û em ê bernedin jî."

‘EM TÊK NAÇIN’

Koçyîgît di berdewamê de wiha got: "Îro yên ku dixwazin li Kurd istanê kevir li ser kevir nehêlin, yên ku dixwazin Rojava vala bikin, yên ku li her derê Kurd istanê dagir kirine, mal û taxên me xira dikin bila bizanibin ku hevrêyên me yên wekî Mehmet Tunç, Pakîze, Sêvê û Fatma hene. Jiyana me berxwedan e. Nefes girtina me tirsa wan e. Gelên Tirkiyeyê aştiyê dixwazin. Gelên Tirkiyeyê komerekî azad û wekhev dixwazin. Yênku ji xwînê xwedî dibin desturê nadin. Dema ku bombe diteqin dibêjin bielimin. Ma mirov hînî mirinê dibe? Hûn dikarin bielimin lê em ê neelimin. Dixwazin em bitirsin û bikevin malên xwe. DixwaziN em qadan vala bihêlin. Dizanin ku yên ku li ber xwe nadin wê têk biçin. Dixwazin em têk biçin. Lê vî qadê careke din nîşan da ku wê têk neçin."

Koçyîgît got ku ew ê tu caran teslîm nebin, mil bi mil bisekinin, li dijî şer têkoşîn bikin. 

ONDER: EM BI BERXWEDANÊ SERBILIND IN

Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder derket dikê û banga çareseriyê li hikûmetê kir.
Axaftina Onder wiha ye:

“Rûmeta me ji her tiştî bi qiymettir e. Newroz pîroz be. Em jî bi Amed, Sûr, Cizîr, Şirnexê re serbilind in, tevahî rûmeta me ne. Ev 4 sal in ez li vê qadê peyama Birêz Ocalan dixwînim. Me 3 salan Newroza aştiyê xwend. Birêz Ocalan 3 salan bal kişand ser qiymeta aştî û xeteriya şer. Me serbilindiya xwendina wê jiyan. Dema me Newroza aştiyê dixwend, newrozek bi 40 TV weşana zindî dikir hebû. Niha jî em Newrozek berxwedanê pîroz dikin, ji bilî weşanên dostên me û bê alî ti kesên din tinene.
Hin bi tirsê, hin bi rêbazên herba psîkolojîk dîl hatin girtin. Em li vir bi dostên xwe re ne, dema ev têkoşîna destpê kir jî wisa bû. Dostên me besî me ne. Dema Mazlûm Dogan fitîla vê têkoşînê bi 3 niftikan pêxist, 200 kes tinebûn, îro em bi mîlyonan in. Ev medya saet 9’an vê qadê dikşîne û bi vî halî weşand dike. Ez jî ji wan re dibêjim ku ev ê Qada Newrozê, heta yek kes jî bimîne wê ev meşala berxwedanê netefe.”

‘OCALAN WÊ BIGOTA ‘EHMAQNO!’

Onder wiha dom kir: “Di navbera me û Ocalan de dikare çiya, behr hebin. 3 salan em bi hev re xebitîn, gotinên wî yên ji bo aştiyê, ji bo cîhanek baştir û ji bo vî welatî tevî rejîma faşîst jî digihêje me. Îxtîmalek gelek mezin wê ev bigota; Ehmeqno, min ji we re got ruhê Eşmê, min got em herêmê bikin mala me ya hevpar. Min ji hevrêyên xwe re got alîkariya we kirin, min xwest ev bibe çirûskek aştiyê, we hat şand Sûr, Nisêbîn, Cizîrê. Bi gotinên Ey ehmaqno wê dest bi axaftina xwe bikira. Wê bigota bi vî mejiyê hûn ê biçin kû. Serokwezîr got nîzama gelemperî, Birêz Ocalan bi awayekî mirovekî zanistî got nîzama gelemperî polîs nikare saz bike. Ka em bi hev re çêkin.

Got ku muzakereyek giştî dikare gelemperiyekê ava bike. Her Birêz Ocalan got çi, wan berevajî fêm kirin an jî rastî fêm kirin çep pêk anîn. Birêz Ocalan bi Davûtoglû dikeniya û wisa digot. Kurd  nikare bikeve malên xwe Tirk nikarin ji malên xwe derkevin; ka nîzama gelemperî. Ev e nîzama we ya gelemperî û ev e halê welêt. Lê em li qerexa aştiyê bûn. Qasî em destên xwe bavêjinê em nêz bibûn. Îro em ne dûr in, ev xwîn, mirin nikarin me bêzar bikin. Nikarin bi girtîgeh, sirgûnan bitirsînin. Eger li tirsonekan digerin bila li neynikê binêrin. Dema fezlekeyek hat ew dadgehên ku we di erd û ezmanan de bi cih nedikir, wê gotin em pê ne bawer in. Ew dadgehên ku hûn pê ne bawer, em ê pê bawer bikin? Hûn li bendê bin.

 ‘RÊYA ÎMRALIYÊ VEKIN’

Aştî ne dûr e. Yên li vî welatî dibin desthilat nikarin bi hîkmet fêr bibin, tenê bi karesatê fêr dibin. Rêbaza ku em dikarin hem welatê xwe hem jî cîhanê bikin bihuşt eşkere ye, vekirî ye, ew jî muzakere û siyaseta demokratîk in. Em ji vir wek Heyeta Îmraliyê bang li Birêz Serokwezîr dikin. Dest ji gotinên zêde berdin. Hûn jî qasî me rastiya herêmê dizanin. Hûn jî dizanin ev nikarin dom bikin. Hê jî sebra gelê herêmê tine nebûye. Hûn jî serokwezîr in, li şûna hûn bi qeçaxî bên ser vê axê, rêya Îmraliyê vekin, em dest bi mûtabaqatan bikin, di hefteyekê de em rûyê welat biguherin. Ma li welat mirov nikarin rehet bigerin, tu ji vê fedî nakî? Tevahî heval û saziyên me bangek girîng li we dikin. Ez ji tevahî dayikan re li vir garantî dikim. Eger bi vê ferasetê nêz bibin di nav hefteyekê de wê welat ji vî şerî rizgar bibe. Eger wiha nebe, werin li qada Amedê bi dar vekin.

Em vê bi perspektîfên me ji Birêz Ocalan girtiye dibêjin, ji bo dayikan dikin. Werin em zêdetir qirêj nebin. Ez vê sozê didim ji tevahî xwişk û birayên xwe yên ji 7 heta 70 salî serî li ber zilmê netewandine. We hemûyan bi hezkirin û rêzê silav dikin. An Serkeftin an serkeftin. Newroz pîroz be..”

...