YPS'ê derbên giran li çeteyên qesrê xist: 25 mirî
Di çalakiyên şervanên YPS û YPS Jin ên li Nisêbîn, Şirnex û Geverê de 25 çeteyên qesrê hatin kuştin.
Di çalakiyên şervanên YPS û YPS Jin ên li Nisêbîn, Şirnex û Geverê de 25 çeteyên qesrê hatin kuştin.
Kordînasyona Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) da xuyakirin, ku li Kurdistanê, li dijî êrîşên dewlet û artêşa Tirk ên li hemberî gelê Kurd, bi pêşengiya yekîneyên wan ên berxwedanê têkoşîneke mezin tê meşandin. YPS'ê destnîşan kir, ku çeteyên AKP'ê yên di şer û çalakiyan de derbên giran dixwin, hewl didin vê rewşa xwe binixumînin.
Daxuyaniya Kordînasyona YPS'ê ya li ser encamên şer û çalakiyên dawî bi vî rengî ye:
ÇETEYÊN DAIŞ'Ê TEVLÎ ŞER DIBIN
"Bi taybetî di şerê li navenda Geverê de dewleta Tirk çeteyên DAIŞ'ê dide şerkirin. Herî dawî li Nisêbînê jî 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û êdî ev rastî nema dikare bê veşartin. Çeteyên DAIŞ û AKP'ê, li Nisêbîn, Şirnex û Geverê şerekî hevpar dimeşînin. Her kesên tevlî vî şerî dibin û rûyê wan bi maske girtî ne, çeteyên DAIŞ'ê ne.
ÎDÎAYÊN 'LI GEVERÊ ÇEKA KÎMYEWÎ HATIYE BIKARANÎN' DEREW IN
Wekî din, bi taybetî di dema dawî de nûçe tên weşandin û tê gotin ku çeteyên AKP'ê li Geverê çeka kîmyewî bi kar anîne û 40-50 kes ji ber vê yekê mirine. Ev nûçe bi temamî derew in, ti eleqeya xwe bi rastiyê re nîne. Xwestine berxwedana bi heybet a li Geverê bitirsînin û van deran vala bikin, her wiha hewl daye hêza çalakiyên Newrozê yên gelê me qels bikin.
Encamên çalakî û şerê dawî bi vî rengî ne:
NISÊBÎN
Roja 17'ê Adarê saet di 14:30 de li taxa Elîka ya li navenda navçeya Mêrdîn Nisêbînê, yekîneyên me yên berxwedanê yên YPS'ê 2 çalakiyên sûîqestê pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de 2 polîsên POH ên sekvan hatin kuştin. Di heman demê de çeteyekî DAIŞ'ê li vê taxê hedef hat girtin û hat kuştin.
Roja 18'ê Adarê saet di 11:00 de ji çeteyên hedef hatin girtin 2 endamên POH'ê hatin kuştin. Saet di 11:30 de jî komek ji leşkerên xwestin bikevin nava taxa Elîka, ketin kemîna yekîneyên me yên berxwedanê. Di encama vê çalakiya kemînê de 6 leşker hatin kuştin.
20'ê Adarê saet di 11:00 de li derdora kolana Morîka ya taxa Elîka, di encama çalakiya yekîneyên me yên berxwedanê de çeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin. Di şeva heman rojê saet di 23:00 de di encama çalakiyekê de çeteyekî DAIŞ'ê hat kuştin.
19'ê Adarê saet 09:00 de dema kepçeyekê dixwest li aliyê Weysîka yê taxa Koçeran xendekan bigire, yekîneyên me yên YPS Jin lê dan. Di encama vê lêdanê de kepçeyê derbeke giran xwar.
20'ê Adarê, li hemberî komeke leşkeran a li taxa Koçeran di nava liv û tevgerê de bû, yekîneyên me yên berxwedanê yên YPS Jin bi çekên ferdî çalakiyek pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin.
20'ê Adarê saet di 17:00 de li aliyê Weysîka ya taxa Koçeran, di dema derbasbûna maşîneke zirxî ya bi tîpa Ûral de yekîneyên me yên berxwedanê yên YPS'ê çalakiyek pêk anîn. Di encama teqîna li vê derê de ev maşîn bi temamî îmha bû. Lê hejmara polîsên li vir mirin, nehat zelalkirin. Piştî teqînê gelek ambûlans hatin cihê bûyerê û miriyên polîsan rakirin.
Saet di 17:30 de jî li hemberî 2 maşînên zirxî yên bi tîpa Kobra, yekîneyên me çalakiyek pêk anîn. Ev maşînên derb xwarin, demeke dirêj nekarîn ji cihê xwe bilivin. Encama vê çalakiyê ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Danê êvarê li heman taxê, li hemberî çepereke doçka ya dijmin hat xistin. Di vê çalakiyê de derbek giran li çeka doçka hat xistin, hejmara mirî û birîndarên çeteyan nayê zanîn.
Her wiha li ser taxa Kanîk a bi hawanan rastî êrîşê tê, balafirên biçûk ên keşfê digerin.
Şerê li van taxan ev çend roj in dijwartir bûye. Di van operasyonên hêzên dewletê de jinên 'tîmên taybet' jî cih digirin.
ŞIRNEX
Roja 19'ê Adarê, dema çeteyên Qesrê hewl dan xwe berdin nava taxa Yeşîlyûrt a li navenda Şirnexê, yekîneyên me yên berxwedanê li wan dan. Di encama vê lêdanê de 8 çete hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê çeteyan bi çekên giran gule li taxê reşandin.
19'ê Adarê li taxa Dîcle li ser rêya Mîşîllî, di encama çalakiya yekîneyeke me ya berxwedanê de, endamekî 'tîmê taybet' hat kuştin. Her wiha çeteyan xwestin bi maşîna zirxî ya bi tîpa kîrpî bikeve nava taxa Dîcle. Di çalakiya li hemberî vê maşînê de derbên lê hatin xistin. Li ser vê yekê ev maşîn ji neçarî vekişiya.
20'ê Adarê, hêzên dewletê ji du baskan ve xwest li hemberî taxa Dîcleyê operasyonê bike. Yekîneyên me yên berxwedanê yên YPS'ê bi vê hesiyan û lê dan. Di baskê yekemîn ê dijmin ê êrîşê de polîseek hat kuştin, di baskê duyemîn de jî bi derbên ji nêz ve 2 çete hatin kuştin. Hêzên vê operasyonê ji neçarî xwe vekişand.
Yekîneyên me yên berxwedanê li pêşiyiya Emniyeta Berê ya li taxa Bahçelîevlerê, maşîneke zirxî hedef girtin. Di encama lêdanên li vir de maşîna zirxî bi temamî rûxiya û hêzên dijmin ji neçarî xwe vekişandin.
21'ê Adarê saet di 08:00 de di çalakiya li hemberî polîsên 'tevgera taybet' ên li taxa Omerkoyê de 1 endamê POH'ê hat kuştin.
20'ê Adarê danê nîvro, yekîneyên me yên berxwedanê YPS, li hemberî çeteyan şerekî dijwar kirin. Agahiyên vî şerî wê piştre bên dayîn. Her wiha bi çekên giran gule li taxên Îsmet Paşa û Yeşîlyûrtê tên reşandin.
GEVER
Şeva 20'ê Adarê saet di 00:00 de li navenda Geverê, dijmin bombe li hemû taxên berxwedanê barand. Her wiha li pêşiya taxên Kişla û Ormanê û li xaçereya Girtîgeha Berê ya li pêşiya taxa Cûmhûriyetê, wekî din li taxên din ên berxwedanê bomberdûman hat kirin. Ji sibeha 21'ê Adarê saet di 06:00 de heta niha, bomberdûman dewam dike.
20'ê Adarê hêzên dewletê xwestin bi tankan bikevin nava taxa Cûmhûriyetê. Li ser bersiva yekîneyên me yên berxwedanê bi çekên giran, ev hêza operasyonê nikarîbû bi pêş de biçe. Piştre saet di 14:30 de polîsên li du avahiyan bi cih bûbûn hedef hatin girtin û şer destpê kir. Ji polîsên li vê derê 4 endamên POH'ê hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. Yên mayî jî neçar man avahiyan biterikînin. Hejmara kuştî û birîndarand ibe ku zêdetir be.
21'ê Adarê saet di 12:00 de li taxa Cûmhûriyetê teqîneke mezin rû da. Ambûlans, kepçe û qemyonên tijî xîz, çûn taxa Cûmhûriyetê. Ji ber ku teqîn gelekî mezin bû, ji aliyê me ve agahiyên berfireh li ser nehatin bidestxistin.
Tabûra Efeler, bi obus, tank û hawanan bombeyan li taxên Kişla, Orman û Cûmhûriyetê dibarînin. Li aliyê sûkê yê taxa Cûmhûriyetê li gelek deran şer dewam dike. Agahiyên li ser vî şerî wê piştre bên ragihandin."