KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çeteyên qesrê bi binpêkirina pîvanên şer re sivîlan hedef digirin
Çeteyên Qesrê yên ku derbên giran ji hêzên YPS/YPS Jin dixwin, li Geverê pîvanên şer binpê dikin û êrîşên xwe yên li hemberî sivîlan zêde kirin. -
Ji Gerîlayên YJA-STAR’ê li ser sînorê Qilebanê çalakî
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê, têkildarî tevgera hêzên atêşa Tirk a li ser sînorê Qilebanê û çalakiya gerîlayên YJA-STAR’ê daxuyaniyek da. -
KNK'ê Newroz li çar parçeyên Kurdistanê pîroz kir
"Li hemberî qedexe û şerê faşîzan ê dewleta AKP'ê, li kolan û qadan pîrozkirina girseyî ya Newroza 2016'an tê wateya avakirina gelên demokratîk, tê wateya berteref kirina tecrîda li ser Birêz Ocalan, tê wateya têkbirina zihniyeta inkar û tinekirinê." -
Ji girtiyên PKK û PAJK'î peyama 'Newrozê': Berxwedan bi ser dixîne
Girtiyên PKK û PAJK'î Newroz pîroz kirin û banga mezinkirina berxwedanê kirin. -
Li Nisêbînê piştî teqînan ambûlans hatin sewqkirin
Li taxên berxwedanê yên Nisêbînê ku êrîşên rejîma AKP’ê bê navber dewam dikin, berxwedana endamên YPS û YPS Jinê didome. -
Kolanên Êlihê veguherîn qada Newrozê
Êlihiyan qedexeyên AKP'ê nas nekirin û ji bo pîrozkirina Newrozê herikîn kolanan. Hêzên dewletê êrîş kirin, gel jî dest bi berxwedanê kir. Tê payîn, Demîrtaş li ber avahiya HDP'ê ya bajêr biaxive. -
Jinên Başûrî û Waliyê Helebçeyê, federasyona demokratîk pîroz kirin
Yekîtiya Jinan a Başûrê Kurdistanê û Waliyê Helebçeyê, ragihandina sîstema federasyona demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê pîroz kirin. -
YJA-Star: Gelê Kurd ê bi ruhê Newrozê xwe afirand, wê bi ser keve
Fermandariya YJA Starê di serî de jinên Kurd bang li her kesên bi rûmet kir û got, "Divê jinên Kurd di vê Newrozê de jî bi rola xwe ya dîrokî rabin û jiyana azad ava bikin." -
Êlihî li dijî polîsên êrîşî Newrozê dikin li ber xwe didin
Li Êlihê, polîsên Tirk êrîşî welatiyên agirê Newrozê dadan, kirin. Gel piştî êrîşê dest bi xweparastinê kir. -
'Têkildarî Geverê em gelekî bi fikar in; em derhal bikevin nava tevgerê'
Parlamenterê HDP'ê Yildirim têkildarî îdîayên ku dibêjin li Geverê çeka kîmyewî hatiye bikaranîn got, "Dema mirov karê 6-7 mehên dawî yên dewleta AKP'ê binirxînin, tê dîtin ku ji AKP'ê tê hovîtiyeke bi vî rengî bike." -
FKÊ Newroz pîroz kir
Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) bi daxuyaniyekê, Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurdistanê, tevahiya mirovahiyê û civaka Êzidî pîroz kir. -
Li diyarê şehîdan Kobanê, Newroz...
Komîteya Amadekar a Cejna Newrozê ya Kobanê, şevê din li Goristana Şehîd Dicle ji bo bîranîna şehîdan di Newrozê de find vêxist. -
Di kongreya Komeleya Dostaniyê ya Kurd-Breton de berxwedan hat silavkirin
Di kongreya Komeleya Dostaniya Kurd-Breton de berxwedana li Bakurê Kurdistanê û federasyona li Rojavayê Kurdistanê hatin silavkirin. -
Êrîşa çeteyên Qesrê hat şikandin
Çeteyên Qesrê yên hewl dan xwe berdin nava taxên berxwedanê yên Şirnexê, di encama berxwedana YPS û YPS Jin de, neçar man xwe vekişînin. Hêzên dewletê bênavber top û obusan davêjin bajêr. -
Newroz li Hewremanê tê pîrozkirin
Li gundê Palgan ê li herêma Hewramanê, pîrozbahiyên Newrozê bi meşa bi meşaleyan a jinan û pêxistina agirê Newrozê destpê kir. -
'Agirê Newrozê bi pêlên berxwedanê geş dibe'
Gerîlayên HPG'ê hatina sala nû û Newrozê li hemû gelan pîroz kirin û gotin ku Newroza îsal wê bi ruhê berxwedanî were peşwazîkirin. Ev berxwedan wê bi xwe re Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd azad bike. -
NPG: Pêvajoya bi Newrozê re destpê dike, pêvajoya azadbûn û şoreşê ye
NPG: Pêvajoya nû ya bi Newrozê re destpê dike, ji bo gelê Kurdistanê pêvajoya çareserî, azadî û şoreşê ye. Di serî de azadiya Rêber Apo, azadiya gelê me û avakirina sîstemeke demokratîk armanca bingehîn e. -
Dewleta Tirk cerdevanên nû şand Şirnexê
Li Şirnexê, ku terora dewleta Tirk di roja 6. de ye, gelek cerdevanên nû tevlî operasyonan bûn. -
Êrîşa bi top û hawanan a li hemberî Nisêbînê heta danê sibehê dewam kir
Li taxên Nisêbînê yên ku duh tevahiya şevê êrîşên bi top û hawanan lê hatin kirin, berxwedana hêzên YPS'ê di roja 7. de dewam dike. -
Karayilan: Newroz wê bibe destpêka pêvajoyeke nû
Karayilan ji Stêrk TV re axivî û li ser êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li Kurdistanê, şerê dewam dike, pîrozbahiyên Newrozê û pêvajoya ji niha û pê ve daxuyaniyên girîng da. -
Li Geverê ku bi gaza kîmyewî komkujî lê hat kirin, bomberdûrman didome
Li Geverê, ku hêzên dewletê ji bo bikeve nava taxan gaza kîmyewî bi kar anîn, danê sibehê ji nû ve dest bi bomberdûmanê kirin. -
Ji Kordînasyona Êzidiyên Şengalê peyama Newrozê
Kordînasyona Êzidiyên Şengalê bi peyamekê Newroz li tevahiya gelê Kurd û gelên bindest pîroz kir û li dijî şerê topyekûn ê li hemberî gelê Kurd tê meşandin, banga gurkirina agirê Newrozê kir. -
Şengal: YBŞ amade ye tevlî operasyona Mûsilê bibe
Fermandarê YBŞ'ê Mazlûm Şengal diyar kir, ew amade e ne tevlî operasyona Mûsilê bibin û got, "Ji bo serketina operasyona Mûsilê, divê 'fermandariya hevpar a operasyona Mûsilê' bê avakirin." -
KCB: Gelê Kurd her der kir qada Newrozê
KCB'ê Newroz pîroz kir û got, "Tevî hemû qedexe û astengiyan jî, gelê Kurd her der veguherand qada Newrozê." -
'Ciwanên Kurd wê nehêlin xaka wan bê dagirkirin'
Kordînasyona Komalên Ciwan got, "Ciwanên Kurd mîna Mazlûm Dogan, Zekiye û Rahşan ên weke Kawayê hemdem tên naskirin, jiyana xwe kirine xelekek ji agir û di jiyana bi rûmet de bi biryar in."