'Agirê Newrozê bi pêlên berxwedanê geş dibe'
Gerîlayên HPG'ê hatina sala nû û Newrozê li hemû gelan pîroz kirin û gotin ku Newroza îsal wê bi ruhê berxwedanî were peşwazîkirin. Ev berxwedan wê bi xwe re Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd azad bike.
Gerîlayên HPG'ê hatina sala nû û Newrozê li hemû gelan pîroz kirin û gotin ku Newroza îsal wê bi ruhê berxwedanî were peşwazîkirin. Ev berxwedan wê bi xwe re Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd azad bike.
Newroz cejna gelê Arî û heman demê de sersala nû a gelê Kurd e. Bi hatina sala nû re gelê Kurd ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe berxwedaneke bê hempa dimeşîne. Çawa Kawayê Hesinkar Dehaqê zilmkar di qesra wî de tine kir, îro ji Kawayên hemdem zilmkar û kujerên zarokên Kurdan bi serhildan û berxwedana xwe têk dibin. Gelê Kurd Newroza îsal li hemû qadên Kurdistanê bi ruhê Mazlum Dagan û Mehmet Tunç pêşwazî dike. Gerîlayên HPG'ê bi rêya ANF'ê ji bo cejna Newrozê peyam dan. Gerîlayan hatina sala nû û Newrozê li hemû gelan pîroz kirin û gotin ku Newroza îsal wê bi ruhê berxwedanî were peşwazîkirin. Ev berxwedan wê bi xwe re Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd azad bike.
NEWROZA ÎSAL NEWROZA AZADIYA GELÊ KURD
DILBIRÎN: Newroza 2016’an di serî de li gelê cîhanê, bi taybetî li Serok APO, gelê me yê welatparêz, Rojhilatê Kurdistan û hemû parçeyên Kurdistanê pîroz dikim. Newroz di çanda me de, di dîroka gelê me de heya roja îro bi coşeke pir bilind hatiye pîrozkirin. Di dîrokê da jî weke roja îro êrîş li ser gelê me hebû. Lê gelê me çawa ku weke Kawayê Hesinkar wekî Med’an li hemberî desthilatdaran şer kir, Newroza xwe pîroz kir. Roja îro jî pewîste agirê Newrozê li Rojhilatê Kurdistan, li bakurê Kurdistanê û li hemû deran bê bilindkirin. Bi vê Newrozê re pewîste tevlî şoreşa azadiya Kurdistan bibin. Bi taybetî jî tevlî pêngava azadiya Serok APO bibin. Gelê me wê bi azadiya Serok APO re li ser axa xwe, di gund û bajarên xwe da azad bijî. Sala 2017’an em bi hev re peşwazî bikin. Bi hev re em bigihejin serketinê. Bangawaziya min li hemû kesên welatparez in, demokratin tevlî pîrozbahiyen Newrozê bibin. Bi taybetî êrîşê ku li ser gelê me tê meşandin taybetî li bakurê Kurdistanê li Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Geverê êrîşên hovane dikin, çeteyên AKP’ê DAIŞ bi xwe ye. Pewîste gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê taybetî li Sinê, Kirmanşah, Mahabad, Urmiye li hemberî van êrîşan serî rake û bêdeng nesekine. Her wiha pewîste Başûrê Kurdistanê jî wisa tevbigere. Îro di hemû kolanan de li ser gelê me êrîş hene, qetlîam çedibin pewîste yekîtî çebibe, hevgirtinek hebe. Em Newroza îsal bikin Newroza azadiya gelê me û Serok APO. Bi azadî, serfirazî em ê li ser axaxwe bimînin û xwedî li gund û bajerên xwe derkevin. Bihar hat, gelê me di nav berxwedaniyek pir mezin de ye. Bi hatina baharê re em jî weke gerîla li Kurdistanê bi gelê xwer e têkoşinê bilind bikin. Li ser vê esasê ez carek din Newroza Serok APO, gelê me û hemu gelan pîroz dikim.
BI RUHÊ MEHMET TÛNÇAN EM Ê NEWROZA ÎSAL PÎROZ BIKIN
VIYAN KIÇÎ: Newroza 2016’an di serî de li Rêber APO, tevahî gelê Kurd pîroz dikim. Di pevajoyek ewqas girîng de, ku weke li ser agir dimeşe, destpekê gelê ku niha di qadan da li berxwe didin li Cizîr, Sur, Nisêbin Newroz li wan pîroz dikim. Bi berxwedaniyekî ewqasa mezin em bawer dikin ku gelê me Newroza 2016 weke ruhê Mehmet Tûnçan,i Pakîze Nayiran û Arjînan peşwazî bike, bi ruhê wan agirê Newrozê geş bike. Tecrîda ku li ser Rêber APO bi dest dayîna hemû gelan re wê were şikandin. Di vê gelê me yek bibe û bi ruhê Mehmet Tûnçan Newrozê peşwazî bike. Çawa ku wan li berxwe dan, bi fedaîtî çûn şehadete pewîste Newroza îsal jî bi vî awayî, bi vî ruhê were pîroz kirin.
XWEDÎDERKETINA LI NEWROZÊ XWEDÎDERKETINA LI DÎROKÊ YE
MEDENÎ SERHED: Gelê me serhildêriya berê girtiye li ser milê xwe îro agirê Newroza ku Kawayê hesinkar pêxistin û Kawayê hemdem Mazlum Dogan ew agir geş kir dide berdewam kirin. Dijminê ku xwe nezî we agir dike ew ê jî di vî agirî de bişewite. Peyama xwe bi agir dayîn temsîliyeta Newrozê kirine. Roja îro weke cejnekî hemu gel pîroz dikin. Lê yê ku Newroz kir Newroz gelê Kurd e. Wateya Newrozê bilind kirin bi awayekî ketiye li ser milê gelê Kurdistan ê. Ji bo wê Newroz bi coş tê pîroz kirin. Xwedî derketina Newrozê xwedî derketina dîrokê ye. Di kesayetiya gelek hevalên ku li vê dawiyê berxwedaniyek bê hempa de şehîd ketin û dijmin qet, ne li benda berxwedaniyek bi vî rengî bû. YekÎ ku ji xwe re dibêje demokrat im pewîste piştî van qetlîaman edî ji xew rabe. Bi wan hevalan re planên ku dijmin li ser gel dikir vala hatin derxistin. Peyama Sêvêyan berxwedanî bû. Rihê Mazlum Dogan ê berxweder serhildanên ku di bakurê Kurdistanê pêş dikevin de dîsa jiyan dibe. Jînkirina ruhê şehîdan di heman demê de jînkirina ruhê Newrozê ye. Dijmin dixwaze agirê Newrozê kêm bike, lê ev agir her geş dibe. Dijminê ku bixwaze xwe nezî vî agirî bike wê tine bibe. Serketin wê ya gelê Kurd be. Ji gelê Kurd re li derveyî berxwedanê ti jiyan nîne. Lewma em dibêjin berxwedan jiyan e.
EM Ê VÊ SALÊ BIKIN SALA AZADIYA RÊBER APO
MASÎRO GEVER: Ji bo Newroza 2016'an em di serî de Newrozê Serokatî, tevahî şehîdan, tevahî gelan bi taybetî gelê Kurd pîroz dikin. Di roja îro de şerekî giring dimeşe. Li Kurdistanê bi taybetî Sûrê, Cizîrê, Geverê dîsa li her derê serhildan çêdibin, xweserî tên îlankirin. Ji bo me bi taybetî di nava gerîla de saleke girîng e. Wek Newroza 2016'an em ê çawa tevbigerin, em ê çawa bikaribin ew erîşên tên ser me bişkînin Newroz giringiya xwe her alî de heye. Ji bo wê jî em ê ve salê bikin sala azadiya Rêber APO, em ê vê salê bikin sala azadiya gelê Kurd.
EM Ê BIHARA 2016'AN BIKIN BIHARA AZADIYA GELÊ KUR
DELÎL YEKBÛN: Newroza 2016'an di serî de li Rêber APO, gelê me pîroz dikim. Li ser wateya Newrozê ku di dîrokê de beriya hezar salan bûye wesîlêye gelê Kurd yekitiya xwe çeke û dijminê weke Dehaqan bin bixe. Ew tişte ku beriya hezar salan qewîmîn di roja îro de jî dîsa dixwazin bi wî şiklî li ser gelê me qetlîama pek bînin. Em dikarin mînaka Tirkiye ango hevkarên wan DAIŞ bidin. Îro çawa dixwazin li bakurê Kurdistan, li ser Cizîrê, Silopî, Nisêbînê her wiha navçeyen bakur dixwazin qetliama pêk bînin û gelê me bêdeng bixin. Lê tê zanîn ku gelê me ev sed rojin di bin dorpeçê deye û li ber xwe dide. Wê li ber xwe jî bide. Ligorî daxuyaniya dijmin a Davutoglu 'heya biharê em ê xilas bikin' lê li tevahî cîhan dibîne ku gelê me li ber xwe da û xilas nabe. Bihara 2016’an de em weke gerîla pevajoyê ku li peşiya me de em bikin azadiya Rêber APO, azadiya gelê xwe, erkên dikeve li ser milen me em ê bi her awayî pêk bînin."
ARAM ADALI: Berî her tiştî ev pêvayoja ku em tê de derbas dibin şerê gelê şoreşgerî û têkoşîna bêhempa ye ku li grava Îmraliyê hatiye destpê kirin li Cizîr ê hetanî Sûr ê berdewam dike. Em wê şoreşa gelê me yê fedekar ji heft heta heftê saliyan silav dikin.
Pêvajoya em têda derbas dibin ti carî gelê Kurd di pêvajoyeke wiha de derbas nebûye. Pêvajoya hebûn û nebûnê ye. Bi salan neyar bi polîtîkayên bişaftinê ser me dihatin. Bişaftina hem fizikî hem jî a sipî, bi her du mila jî ser me de hatin. Fizikî an di milê kesayet de di milê ruhî de xwestin gelê Kurd xilas bikin. Lê em vê baş dizanin ev têkoşîn ji Medan ji Kawayê hesinkar heta digiheje Serokatî berdewam dike.
Îro gelê Kurd ji ji bo azadiya xwe bedelên giran dide. Em di pêvajoyeke wisa de biharê pêşwazî dikin. Erdogan û Davutoglu digotin heta biharê emê xilas bikin, em ê çok li van bidin erdê. Rastîiya dijmin û rastiya xwe em baş bizanibin eger em rastiya xwe baş fêr nebin em nikarin rastîya dijminê xwejî fêm bikin. Jibo wê pêvajoyê em bi ser bixin divê ku ittifaqiyek mezin di nav me çêbibe. Eger ku ittifaqiyek mezin di nav me de çênebe em ê têk biçin. Esasê ku em jixwera bigirin gelê me divê pêvajoyê da jixwere bigire eve. Pewîste hemu der bi hevra bikaribin ser linga bin.
SENGER GELALÎ: Beriya her tiştî ez berxwedana Cizîrê silav dikim. Newroza îsal cudabûneke xwe heye. Ji ber ku îsal berxwedaneke gelekî mezin li her çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin. Li her çar parçeyên Kurdistanê dijmin ji bo tinekirina Kurdan êrîş dikin û li berxwedaneke gelekî mezin li hemberî êrîşan tê nîşandan. Divê gelê Kurd zanibe ev bihar ji biharên derbasbûyî gelekî cudatir e. Weke gelê Kurd divê em xwe ji bo her tiştî amade bikin.