Kolanên Êlihê veguherîn qada Newrozê
Êlihiyan qedexeyên AKP'ê nas nekirin û ji bo pîrozkirina Newrozê herikîn kolanan. Hêzên dewletê êrîş kirin, gel jî dest bi berxwedanê kir. Tê payîn, Demîrtaş li ber avahiya HDP'ê ya bajêr biaxive.
Êlihiyan qedexeyên AKP'ê nas nekirin û ji bo pîrozkirina Newrozê herikîn kolanan. Hêzên dewletê êrîş kirin, gel jî dest bi berxwedanê kir. Tê payîn, Demîrtaş li ber avahiya HDP'ê ya bajêr biaxive.
Tevî qedexeyên walîtiyê û astengiyên polîsan gelê Êlihê daket qadan û Newroz pîroz kir. Gelê ku xwest Newrozê pîroz bike rastî êrîşên polîsan hat. Gel li dijî êrîşên polîsan li ber xwe da û her der kir qada Newrozê.
Gelê Êlihê ji tax û kolanan derketin derve û bi sloganan herikîn qada pîrozbahiyê. Bi hezaran kesên li qada Koçeran kom bûn, agirê Newrozê dadan û Newroz pîroz kirin. Girseya ku li qadê kom bûn silogan berz kir û li dor stranên kurdî govend gerand. Piştî demekê girse li qadê zêde bû û coş zêde bû. Polîsên hatin qada pîrozbahiyê bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî pîrozbahiya gel kirin. Gel jî li dijî êrîşan bersiv da polîsan û li ber xwe dan.
Li gel hemû êrîşên polîsan gel Newroz pîroz kir û ji qadê belav nebû. Di êrîşê de polîsan ciwanek bi lêdanê binçav kirin. Polîsan her wiha zarokekî 14 salî bi bombeya gazê ji çavê wî birîndar kirin. Zaroka 15 salî Berfin Agar jî li mala xwe bi bombeya gazê ya polîsan birîndar bû.
Ji ber êrîşên polîsan zêde bû girse li kolan û taxan berxwedana xwe berdawam kir û Newroz li nava kolan û taxan pîroz kir. Berxwedana ku li Qada Koçeran destpê kir bi êrîşên polîsan re li hemû kolan û taxan belav bû.
Girseya ku ji bo Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş pêşwazî bike kom bûn û agirê Newrozê pêxistin jî dîsa rastî êrîşa polîs û leşkeran hatin. Li vir jî girsê bi berxwedanê bersîv dan êrîşan.
Demîrtaş wê li ber avahiya HDP'ê ya Êlihê xîtabî gel bike.