KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şirnexê şerekî dijwar diqewime
Li Şirnexê, hêzên dewleta Tirk bênaber topan li taxên berxwedanê dibarînin. Endamên YPS û YPS Jin jî berxwedana xwe didomînin. -
Taxên berxwedanê bi top û hawanan tên bombekirin
Li Nisêbînê, ku êrîşên qirkirinê yên li hemberî Kurdan dewam dikin, çeteyên Qesrê top û hawanan davêjin taxên berxwedanê. -
Qedexe ye pirs li Şaredariya Karakopru ya AKP'yî bê kirin!
Şaredariya Karakopru ya AKP'yî, erdê ku di avadaniyê de weke bazara taxê, bexçeyê zarokan û navendên civakî qeydkirî ne, parsel bi parsel difiroşe. -
Pîrozbahiyên Newrozê li Şengalê destpê kirin
Newroza 2016'an li Şengalê tê pîrozkirin. Li Şengalê, wê pîrozbahiyeke navendî neyê lidarxistin. Lewma her roj li navçeyekê Newroz tê pîrozkirin. -
Li Dêra Qêre ya dîrokî radestî karkerên ÎŞKUR'ê hatiye kirin
Keşîşxaneya Mor Kiryakûs (Dêra Qêrê) ya li Qubînê, ku yek ji mabedên herî kevin ên Xiristiyanan e û di dema xwe de weke zanîngehê jî kar dikir, ji aliyê Midûriyeta Muzeyê ya Êlihê ve radestî xebatkarên ÎŞKUR'ê hatiye kirin. -
Çîrokek berxwedanê ya Sûrê: Xebat Andok
Kekê şervanê YPS'ê Firat Çelîk (Xebat Andok) ê ji destpêka berxwedanê ve cihê xwe di nava refên berxwedanê de girt Mûrat Çelîk got, "Birayê min di nefesa xwe ya dawî de got, 'Bijî Serok Apo, Bijî PKK' û tevlî karwanê nemiran bû." -
Ebû Hecî: Êrîşa li dijî Girê Spî êrîşa hevpar a dewleta Tirk û DAIŞ'ê ye
Ji fermandarên Ceyş El Siwar Ebû Hecî diyar kir, armanca tevger û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li derdora Tişrîn û Çemê Firatê, pêşîgirtina li operasyonên gengaz e. -
Li Geverê topbaran
Li Geverê bi rojane tankên ku li giran hatine bicihkirin, bi hewanan dehan mal hatin hilweşandin, bomberdûmana li hember taxan dîsa despê kir. -
Cenazeyê Ergun wê sibehê bê definkirin
Cenazeyê Menekşe Ergun (Roza Botan) a bi hevala xwe Rûşen Altun re di 15’ê Adarê de li Êlihê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn qetilkirin, bi meşekê birin Goristana Asrî û wê cenazeyê Ergun sibehê li goristanê bi merasîmek girseyî bêdefinkirin. -
Encamnameya Civîna Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federal hate eşkerekirin
Civîna Meclîsa Damezirîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê bi xwendina encamnameyê, bi dawî bû. -
Li Geverê hêzên taybet ên Tirk Midûriyeta Zabitayan şewitand
Li navçeya Geverê a Colemêrgê hêzên taybet ên Tirk avahiya Midûriyeta Zabitayên Şaredariyê şewitandin. -
Bernameya Newroza Amedê eşkere bû
Komîteya Amedekariya Newroza Amedê, bernameya pîrozbahiya Newrozê ya 21’ê Adarê eşkere kir. -
Mixtarê ku li Hezexê hatibû binçavkirin agahî jê nayê girtin
Mixtarê gundê Dîrseklî Lokman Ozyîgît ê ku dûh şev li Hezexê hatibû binçavkirin agahî jê nayê girtin û nayê zanîn ku birine kû derê. -
Li Nisêbînê kobra û tank hat îmhakirin
Li Nisêbînê ya ku êrîş berdewam dikin, piştî şer û teqînên dijwar ên li taxê, hat dîtin ku tankek bi palet û wesayîtekî zirxî ya kobra bi wesayîta barhilgir hat kêşan. -
Wêneyên aîdê cenazeyê Ozbek ê li Cizîrê hat qetilkirin derket
Wêneyên Serdar Ozbek ê li Cizîrê di jêrzemîna wehşetê de bi awayekî birîndar bû hat qetilkirin, derketin holê. Cenazeyê ku di rewşeke nenasiyê de ye, careke din wehşeta li Cizîrê da der. -
Kayaalp ê ji zarokên ku dewleta Tirk li Cizîrê qetil kir hat defnkirin
Huseyîn Kayaalp ê ji zarokên ku dewleta Tirk li Cizîrê qetil kir, ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. -
KCD: Divê gelê me li her derê Newrozê bi ruhê berxwedanê pîroz bike
KCD, diyar kir ku qedexeyên pîrozbahiya Newrozê yên ji aliyê AKP’ê ve tên kirin, ne rewa ne, bang li gel kir ku li her derê bi ruhê berxwedanê beşdarî pîrozbahiya bibin. -
Li Nisebînê mal tên bombekirin
Li Nisebînê berxwedana xwereveberiyê û bomberdûman berdewam dikin, ji ber bomberdûmanê li ser taxên Dîcle û Abdulkadîrpaşayê 3 mal şewitîn. -
Li Rihayê agirê yekem ê Newrozê li Xelfetiyê hat pêxistin
Li Rihayê agirê yekem ê Newrozê li warê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Xelfetiyê hat pêxistin. Di aktivîteyê de wekîlên HDP’ê axivîn û wiha gotin: “Heya dawiyê em ê agirê Newrozê xurt bikin û li her derê pêbixin.” -
Di avahiya DBP’de tîmên Esedullah ‘Bismillahirahmanirahim’ nivîsîn.
Li Wanê polîsên Tirk dema ser avahiya DBP’ê de girtin, li ser tabeleyên avahiyê bi Erebî ‘Bismillahirahmanirahim’ nivîsîn. -
Komîteya Amadekar a Newrozê: Em qedexeyê nas nakin; bi ruhê berxwedanê banga qadan dikin
Komîteya Amadekar a Newrozê ya Navendî diyar kir ku qedexekirinên Newrozê yên AKP’ê nas nakin û pîrozbahî li gor plansaziyan wê bên kirin. -
Li herêma Şedadê 43 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya QSD’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe yên li ser herêma Şedadê didomînin, di pevçûnên şevê din de 43 çete hatine kuştin. -
YPG’ê nasnameyên 10 şervanên xwe eşkere kir
YPG’ê nasnameyên 10 şervanên xwe yên ku di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir. -
Hevserokên Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal hatin hilbijartin
Hevserokên Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal a Demokratîk li Rojava û Bakurê Sûriyeyê, hatin hilbijartin. -
YPS: Herî kêm 27 çeteyên Qesrê hatin kuştin
YPS'ê diyar kir, di encama çalakiyên çar rojên dawî yên li hemberî çeteyên Qesrê de herî kêm 27 çete hatine kuştin.