KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Yuksekdag: Em ê ruhê Newrozê li her derê nîşan bidin
Yuksekdag, ku ji ber astengiya hêzên dewletê nikarîbû tevlî mîtînga Newrozê ya li Dêrgulê bibe got, "Em ê ruhê Newrozê li her qadê nîşan bidin û bi ser bikevin." -
Cihê Elçî lê hat qetilkirin piştî 111 rojan hat lêkolînkirin
Di ser qetilkirina Tahîr Elçî re 111 roj derbas bûn, hingî lêkolîn li cihê bûyerê tê kirin. -
Polîsên Tirk êrîşî Newroza li Farqînê kir ku Demîrtaş jî lê amade bû
Li Farqînê, di pîrozbahiya Newrozê de piştî axaftina beşdaran, polîsên Tirk êrîşî gel kirin. -
KCK: Divê gelê me nîşanî AKP'ê bide ku nabe Newroz bê qedexekirin!
KCK: Divê gelê me, qedexekirina Newrozê weke êrîşa li hemberî hebûn û jiyana xwe ya azad û demokratîk bibîne û biherike qadan. Pêwîste nîşanî desthilatdariya AKP'ê û cîhanê bide ku Newroz nabe bê qedexekirin. -
Li Geverê dewletê êrîşî gel kir: 2 kes birîndar bûn
Welatiyên ji gundên Dara, Serdeşt, Pagê, Kaport, Tilora, Kûçe û Yekmalê yên ji bo dorpêça li Geverê bişkînin ber bi navçeyê ve meşiyan rastî gulebarana hêzên şer hatin û du kes birîndar bûn. -
Berxwedana li dijî êrîşan mezin dibe
Li Nisêbînê ku êrîşên dewletê zêde dibin, topbaran danê sibehê destpê kir hînê dewam dike. Li taxên hatine dorpêçkirin, berxwedana hêzên YPS'ê jî her mezin dibe. -
Li Şirnexê kesek birîndar bû
Naîf Tatar ê 65 salî, ji ber ku topa artêşa Tirk li mala wî ya li taxa Dîcle ya Şirnexê ket, birîndar bû. Ji ber êrîşan, welatî nikarin Tatar rakin nexweşxaneyê. -
Belgeya Sîstema Demokratîk a Yekbûyî ya Rojava û Bakurê Sûriyeyê hat qebûlkirin
Belgeya Sîstema Demokratîk a Yekbûyî ya Rojava û Bakurê Sûriyeyê di civîna meclîsa damezrîner de hat qebûlkirin. -
KCD-E: Em bi ruhê berxwedanê Newrozê pêşwazî bikin
KCD-E Newroz li gelan pîroz kir û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir, ku bi ruhê berxwedanê Newrozê pêşwazî bikin. -
Nasnameya yek ji jinên li Êlihê hatin înfazkirin eşkere bû
Yek ji 2 jinên pêr êvarê li Êlihê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin înfazkirin û cenazeyên wan rakirin nexweşxaneyê, derket holê ku Rûsen Altûn e. -
Li Geverê maşînên zirxî gule li avahiya şaredariyê reşandin
Hêzên dewleta Tirk, ji maşînên zirxî gule li avahiya Şaredariya Geverê û wesayîtên arkujiyê reşandin. -
Bayik: Ji bo dijderketinê asteng bike diqîre
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: Şefên faşîst naxwazin kes li dij derkevin û dixwazin her kes li ber wan serî bitewînin. Heta ku li dijî vê zîhniyet û desthilatdariyê neyê derketin, qelskirina wê nepêkan e. -
Sariyildiz: Divê gelê me tevlî Newroza li Cizîrê bibe
Amadekarî tê kirin ku bi Newroza 22'ê Adarê ya li Cizîrê re bersiv bê dayîn. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz banga tevlîbûnê kir û got, "Neviyên Kawayan wê li hemberî Dehakan li ber xwe bidin." -
Newroz wê li Wanê di 19'ê Adarê de bê pîrozkirin
Waliyê Tirk ê li Wanê, pîrozbahiya Newrozê ya 19'ê Adarê ya li Wanê 'qedexe' kir. -
Hevserokên HDP û DBP'ê yên Semsûrê hatin binçavkirin
Li Semsûrê, Hevserokên HDP û DBP'ê jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin. -
Silopiya 'qedexe' nas nekir, ji Newrozê re amade ye
Komîteya Amadekar a Newroza li Silopiyayê da xuyakirin, 'qedexe' wê li pêşiya pîrozkirina Newrozê nebe asteng û bang li gelê Silopiyayê kir, ku bi ruhê berxwedanê tevlî pîrozbahiya Newrozê ya 19'ê Adarê bibin. -
Civîna Meclîsa Damezrîner a Bakurê Sûriyeyê dewam dike
Rûniştina roja duyemîn a civîna Meclîsa Damezrîner a Bakurê Sûriyeyê, ku wê pêşeroja herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê diyar bike, destpê kir. -
Berxwedana li Nisêbînê di roja 4. de ye
Li dû teqînên dijwar ên li Nisêbînê, ambûlans sewqî taxên berxwedanê hatin kirin. -
Li navenda Şirnexê şer giran e
Di roja 3. a 'qedexeyê' de hêzên dewleta Tirk bi tank û topan bê navber li navenda bajarê Şirnexê didin. -
Hevserokê DBP'ê Yuksek hat binçavkirin
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, ji bo tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibe hat Qersê. Lê belê oplîsên Midûriyeta Şaxê TEM'ê avêtin ser otela Yuksek lê bû û ew binçav kirin. -
Ji mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin cenazeyên 12 kesan li goristana bêkesan hatin veşartin
Cenazeyên sivîlên li Cizîrê ji aliyê çeteyên qesrê ve hatin qetilkirin, teslîmî malbatan nehatin kirin û li taxa Yafesê hatin veşartin. -
'Bi ruhê Newrozê re em berxwedanê mezin bikin'
Gerîlayan Newroza sala 2016'an pîroz kirin û gotin, "Newroza 2016 wê bibe destpêka azadiya gelê me. Divê gelê me bi ruhê Mazlûman xwedî li berxwedanê derkeve û berxwedanê mezin bike." -
TAK'ê berpirsyariya çalakiya li Enqereyê girt ser xwe
Di daxuyaniya rêxistina Teyrêbazên Azadiya Kurdistanê-TAK de hat ragihandin, çalakî bi fermandariya şervana wan Seher Çagla Demîr bi nasnav Doga Jiyan re hatiye kirin. -
Li Dêrgulê 'dorpêçiya Newrozê'
Li Dêrgulê, beriya destpêkirina pîrozbahiya Newrozê ketin û derketina ji bajarok ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat girtin. -
Ji bo Cizîrê kampanya 'hezar makîneyên şuştina kincan'
Ji bo alîkariya bi Cizîrê re, bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Rojava kampanya 'Ji bo Cizîrê hezar sarinc, hezar makîneyên şuştina kincan' hat destpêkirin.