Berxwedana li dijî êrîşan mezin dibe
Li Nisêbînê ku êrîşên dewletê zêde dibin, topbaran danê sibehê destpê kir hînê dewam dike. Li taxên hatine dorpêçkirin, berxwedana hêzên YPS'ê jî her mezin dibe.
Li Nisêbînê ku êrîşên dewletê zêde dibin, topbaran danê sibehê destpê kir hînê dewam dike. Li taxên hatine dorpêçkirin, berxwedana hêzên YPS'ê jî her mezin dibe.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, ku bi "qedexeya derketina derve" re êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê zêde bûn, berxwedana li hemberî van êrîşan jî gav bi gav mezin dibe.
Êrîşên hêzên dewletê li ser taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcleyê giran e.
Maşînên zirxî û tankên li herêmên nexweşxaneya berê, otogar, tabûra leşkerî, qada Newrozê û li ser Rêya Îpekê bi cih bûne topan li taxan dibarîn û bi çekên giran êrîş dikin.
Ji ber topbaranê li taxa Firatê dû ji gelek malan hat. Tevî bomberdûmanê, gulereşandina bi çekên giran jî bê navber dewam dike.
Li dijî van êrîşên giran, berxwedana hêzên YPS û YPS Jin jî her mezin dibe. Li taxan teqînên dijwar rû didin û berxwedan dewam dike. Hêzên YPS'ê bi berxwedanê bersivê didin êrîşan.
Li gelek deverên navçeyê elektrîk hatine birîn. Her wiha li hin cihan av jî naherike.
Wekî din, şebekeya telefonê ya Vodafonê jî li vê derê baş nakişîne. Li ser taxên berxwedanê Drone bê navber digerin.