Bayik: Ji bo dijderketinê asteng bike diqîre

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik: Şefên faşîst naxwazin kes li dij derkevin û dixwazin her kes li ber wan serî bitewînin. Heta ku li dijî vê zîhniyet û desthilatdariyê neyê derketin, qelskirina wê nepêkan e.

Gotara Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a li rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka bi vî rengî ye:

"Tayyîp Erdogan di demên dawî de gelekî zêde qala serîtewandinê- çongşikandinê dike. Jixwe şerê niha tê meşandin bi plana têkbirinê ya di havîna 2014’an de amade kiribûn. Ji ber vê yekê jî tim qala serîtewandinê dike. Herî dawî got, 'Wê bi me serî nedin tewandin, lê belê ew ê li pêşberî me serî bitewînin' û careke din têgihiştina xwe nîşan da. Jixwe ji serîtewandin an çongşikandinê wêde ne têgihiştin ne jî polîtîkayeke wî heye. Hebe nebe divê herkes li hemberî wî serî bitewîne.

Nêzîkatiyeke Tevgera Azadiya Kurd a bi kesî serî tewandin tine ye. Serî tewandin komplekseke serdestiyê ye. Di şêwazê serdestiyê yê klasîk de li dij xwe tewandina seriyan bingeh e. Tayyîp Erdogan jî rêveberekî ku dema wî derbas bûye. Rêveberiya demokratîk, rêveberiya li ser bingehê daxwazê, rêveberiya li ser bingehê lihevkirinê li dijî fitrata wî ye. Di karakterê wî de maf, dad, wekhevî tine ye. Eger ew rêveber be, divê civak serê xwe li ber bitewîne.

Tevgera Azadiya Kurd li dijî têkiliya bi vî rengî ya serîtewandin, çongşikandinê ye. Îdîayên dibêjin Tevgera Azadiyê dixwaze bi hinekan serî bide tewandin derew e, demagojî ye.

Rêber Apo dibêje polîtîkayeke wan a têkbirina dewleta tirk tine ye, tenê dixwazin dewleta tirk demokratîze bibe û pirsgirêka kurd were çareserkirin. Demokratîkbûn li gor berjewendiyê tevahiya gelên Tirkiyeyê ye. Di vir de serî tewandin tine ye. Ji bo Tirkiyeyê tiştekî bi xêr tê xwestin. Çareseriya pirsgirêka kurd jî ji bo berjewendiyê Tirkiyeyê ye. Li ser vê bingehê jiyana demokratîk û azad a gelê kurd mafê herî xwezayî yê kurdan e.

Tayyîp Erdogan nasnameya kurdan, çand, jiyana demokratîk û azad a bi zimanê wan, xwe bi xwe rêvebirina wan, yanî xwerêveberiya kurd mîna dayîna tewandin a serî dibîne. Dema dibêje ew ê serî netewînin dixwaze bêje ku ew ê van mafê gelê kurd nas nekin. Ji ber ku li gel Erdogan têgihiştina demokratîk, maf û dadê tine ye, di mêtîngeriya tevkujer a çandî de israr dike. Naskirina mafên herî xwezeyî yên kurdan ji bo xwe mîna serî tewandinê an çongşikandinê dibîne. Ya rastir ji bo ku dijminê kurdan e, ji ber ku dixwaze kurdan mîna gel tine bike dibêje; 'Em serî natewînin, em ê serî bidin tewandin', yanî em ê wisa bikin ku kurd dawî li dawaza jiyana azad û demokratîk bînin. Serî tewandina bi kurdan tê vê wateyê. Ev zelal e ku kurd naxwazin serî bi kesî bidin tewandin. Ne armanc ne jî polîtîkayeke kurdan a bi vî rengî heye. Kurd dixwazin li Tirkiyeyê bi gelê tirk re mîna bira û wekhev bijîn.

Di dema ku Tevgera Azadiya Kurd jiyana bi hev re daxwaz dike de, desilatdariya AKP’ê û şêfê wê yê faşîst atmosfereke ku gel nema karibin bi hev re bijîn dafirîne. Kes Tirkiyeyê parçe nake. Yên parçekerinê ferz dikin di serî de Tayyîp Erdogan û polîtîkayên wî yên li ser her kesî ferz dikin in.

Tayyîp Erdogan mîna akademisyenan dixwaze çongan bi her kesî bide şikandin. Niha dixwaze têgîna terorê berfirehtir bike û her kesê azadî û demokrasiyê dixwazin mîna 'terorîst' îlan bikin û serî bi wan bidin tewandin. Girtina parêzerên ku gelê kurd ê bûye hedefa zext û zilma dewleta tirk îfadeya herî vekirî ya vê rastiyê ye. Têgihîştin û polîtîkaya faşîst ev bi xwe ye. Ji ber ku şêfên faşîst naxwazin kes li dij wan derkevin û dixwazin herkes li hemberî wan serî bitewîne.

Heta li dij têgihîştin û desthilatdariyeke bi vî rengî neyê derketin gavê bi paş de navêje. Tayyîp Erdogan bi qêrînên şerxwazî neteweperestî û şovenîzmê gur dike û dixwaze rewşeke ku kes nikaribe li dij derkeve bafirîne. Ji ber vê yekê jî tim qala welat, milet, Sakarya dike, behsa cudakarî û parçebûnê dike.

Yên ji bin bandora pêla bayê neteweperestî û şovenîzma AKP’ê dernekevin nikarin li dij AKP’ê têbikoşin. Her wiha wê bibin hevkarê AKP’ê û xizmeta Tayyîp bikin. CHP li dewsa derketina demagojiya AKP’ê ya welat, milet dike yedekê wê û dikeve xizmeta AKP’ê. Ya rast polîtîkayên AKP’ê ji aliyê yên bêje ez mirov im, demokrat im ve ne mimkun e werin qebûlkirin. Îro roja eşkere derketine dij hikûmeta AKP’ê ye. Tayyîp Erdogan bi êrîşkirina herkesî, bi gunehbarkirina herkesî, zexta, 'divê herkes li derdora me be' re dixwaze her derdorên ku divê li dij polîtîkayên wî derkevin asteng û bêbandor bike. Kêliyên wisa ne ku divê wijdan, mirovahî û demokratbûn bê nîşandan. Dema cesaretî vê neyê kirin faşîzm wê serdest bibe. Lê belê eger di bin bandora propogandayên neteweperest de nemînin û serî ji zextan re netewînin, yanî li dij faşîzmê were derketin, wê demê têkçûna faşîzmê destpê dike. Ji ber ku vê tirsê dijî rojane diqîre, hêrs dibe û herkesî ditirsîne.

Tişta ku desilatdariya AKP’ê bi Tirkiyeyê dide jiyîn li holê ye. Ji bo bi pêkanîna dijminahiya kurdan re li ser desilatdariyê bimîne ev şer da destpêkirin. Derfeta ku Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bi salan ji bo demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka kurd nîşan da îstîsmar kir. Ji ber ku ti çareseriya pirsgirêka kurd tune bû û dît ku bi dijminatiya kurdan wê karibe desilatdariya xwe bidomîne Tirkiye ajot nav şerekî bi vî rengî.

Mîna hinek dibêjin, îdîayên; 'di pêvajoya ku bêçalakîtî hebû û hevdîtin pêk dihatin de Tevgera Azadiyê xwe bi çek kir, li bajaran amadekariya şer kir' bi tu awayî ne rast in.

Tiştekî wisa tine ye. Piştî ku desilatdariya AKP’ê hewldanên çareseriya demokratîk a Rêber Apo vala derxist, encamên hilbijartina 7’ê hezîranê tune hesiband û li dij gelê kurd û hêzên demokratîk şer îlan kir, gelê kurd jî li dij van êrîşan xwerêveberî îlan kir û biryara berxwedanê da. Bi derfetên herî kêm ket nav berxwedanê.

Desthilatdariya AKP’ê ji bo karakterê xwe yê dijkurd veşêre û ser polîtîkayên xwe yên ku Tirkiye bi vî şerî ve ber bi kaosê ve birin binixumîne hincetên bi vî rengî davêje holê. Her mirovên xwedî aqil û wijdan dizanin ku bi redkirina Mutabakata Dolmabahçeyê û tecrîda li ser Îmraliyê re şer dest pê kir."