Ji bo Cizîrê kampanya 'hezar makîneyên şuştina kincan'
Ji bo alîkariya bi Cizîrê re, bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Rojava kampanya 'Ji bo Cizîrê hezar sarinc, hezar makîneyên şuştina kincan' hat destpêkirin.
Ji bo alîkariya bi Cizîrê re, bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Rojava kampanya 'Ji bo Cizîrê hezar sarinc, hezar makîneyên şuştina kincan' hat destpêkirin.
Ji bo alîkariya bi Cizîrê re, bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Rojava kampanya 'Ji bo Cizîrê hezar sarinc, hezar makîneyên şuştina kincan' hat destpêkirin. Rêvebera Komeleyê Fîdan Kanlibaş diyar kir, ku tevî xurekê pêwîstiya lezgîn bi makîneyên şuştina kincan û sarincê heye.
'ALÎKARÎ JI 12 HEZAR MALBATAN RE HAT ŞANDIN'
Rêvebera Navenda Giştî ya Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Rojava re Fîdan Kanlibaş der barê mijarê de ji ANF'ê re axivî û bibîr xist, ku beriya niha weke komele wan piştgirî didan malbatên ji Kobanê û Şengalê yên li wargehên ji konan, lê niha ji bo Sûr, Cizîr û Nisêbînê dixebitin. Kanlibaş da xuyakirin, ku roja qedexe li ser Cizîrê rabû ew hatin navçeyê û amadekariya alîkariya belav bike, berê li Amedê kiribûn.
Kanlibaş got, "Hevalên me li wê derê madeyên xwarinê xistibûn paketan û bi awayekî amadebûyî dişandin. Lê belê em niha li vê derê karê paketkirinê dikin. Heta niha me alîkarî gihandine 12 hezar malbatan. Ev alîkarî bi giranî ji ard, madeyên xwarinê û avê pêk tê. Her wiha rojê em 6 hezar nan û du rojan carekê jî em ji bo du danan xwarina germ belav dikin."
'JI BO CIZÎRÊ PÊWÎSTÎ BI ALÎKARIYEKE CIDÎ HEYE'
Kanlibaş da zanîn, ku taxên Sûr, Cûdî, Yafes û Nûrê li gorî yên din gelekî zerar dîtine û anî ziman, ew bi giranî karê xwe li van 4 taxan dimeşînin. Kanlibaş bibîr xist, ku bi rakirina qedexeyê re malbat li malên xwe vegeriyane û got, "Tevî ku malê piraniya mirovan xera bûne jî, malbat odeyeke xaniyê xwe sererast dikin û lê dijîn. Rewşa piraniya taxan û malan ev e. Di hundirê xaniyan de eşyayekî bê bikaranîn jî nîne. Yek bi yek ketine nava xaniyên xera nebûne û zerar dane makîneyên li malan, gule berdane kincan, eşyayên mutbexê û nivînan. Bi vî rengî kirine ku ev eşya nema karibin careke din bên bikaranîn. Lewma pêwîstiya gelê Cizîrê bi piştgiriyeke xurt heye. Gihandina malzemeyan ne karekî hêsan e. Zêdeyî 40 hezar malbat dijîn li van taxan. Lewma divê ev tora alîkariyê gelekî bê mezinkirin."
'KAMPANYA HEZAR SARINC, HEZAR MAKÎNEYÊN ŞUŞTINA KINCAN'
Navborî diyar kir, tevî madeyên xwarinê, pêwîstiya gelê Cizîrê bi makîneyên şuştina kincan û sarincê jî heye û ev bang li raya giştî kir: "Jin neçar in tevahiya rojê kincan bişon. Makîneya şuştina kincan pêwîstiyeke jiyanî nebe jî, niha yek ji pêdiviyên herî girîng e. Hewa germ dibe, ji bo parastina madeyên xwarinê pêwîstî bi sarincê heye. Weke komele em dest bi kampanya 'hezar makîneyên şuştina incan, hezar sarinc'ê dikin. Ji bo vê kampanyayê jî em li benda alîkariyeke cidî ne. Ji ber ku ev hejmareke gelekî zêde nîne. Em ê hewl bidin di demeke kurt de xwe bigihînin vê hejmarê. Şexsek jî yan jî 4 kes dikare li hev bicive û makîneyeke şuştina kincan an jî sarincekê bikirin. Armanc; afirandina yekîtiyê ye. Em dixwazin nîşan bidin ku gelê Cizîrê bi tenê nîne. Em dibînin ku li vê derê gel bi ser ketiye. Komkujiyeke cidî hat kirin, lê gel hewl dide vê psîkolojiyê ji ser xwe bavêje. Em ruhê berxwedanê bi wan re dibînin. Malbat hêzê didin me."
Kanlibaş her wiha bal kişand ser pêwîstiya mirovên bi dildarî karê alîkariyê bimeşînin û bang li her kesên dilxwaz kir ku bên Cizîrê û vê xebatê bimeşînin.