Li Geverê dewletê êrîşî gel kir: 2 kes birîndar bûn
Welatiyên ji gundên Dara, Serdeşt, Pagê, Kaport, Tilora, Kûçe û Yekmalê yên ji bo dorpêça li Geverê bişkînin ber bi navçeyê ve meşiyan rastî gulebarana hêzên şer hatin û du kes birîndar bûn.
Welatiyên ji gundên Dara, Serdeşt, Pagê, Kaport, Tilora, Kûçe û Yekmalê yên ji bo dorpêça li Geverê bişkînin ber bi navçeyê ve meşiyan rastî gulebarana hêzên şer hatin û du kes birîndar bûn.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku di bin dorpêç û êrîşên hêzên şer ên hikumeta AKP'ê de ne, gel ji bo dorpêçê bişkîne bi biryar e. Piştî meşa duh ya ji bajarokê Bajergehê, îro jî welatiyên ji gundên Dara, Serdeşt, Pagê, Kaport, Tilora, Kûçe û Yekmalê, daketin ser rê û ber bi navçeyê ve dest bi meşê kirin. Meşa welatiyan rastî gulebarana leşkeran hat. Hêzên şer ên bi wesayîtên zirxî rê li ber girseyê girtin, bi guleyên rast êrîşê gel kirin. Di êrîşê de gundiyên bi navê Adnan Dara û Mîkaîl Karahan birîndar bûn. Gundiyan, Dara û Karahan ji bo tedawiyê birin gundekî nêzîk. Li ser rê dorpêça leşkeran û berxwedana gel didome.
RÊ HAT GIRTIN
Her wiha rêya bajarokê Bajergehê ku duh 2 hezar kes ber bi navenda Geverê re dest bi meşê kir, ji aliyê hêzên dewletê ve hate girtin. Leşkeran bi ax û torbeyên xweliyê rêya bajarokê girtin. Di navbera navenda bajarokê û navenda Geverê de jî bendên gundiyan hene.