Li Geverê maşînên zirxî gule li avahiya şaredariyê reşandin
Hêzên dewleta Tirk, ji maşînên zirxî gule li avahiya Şaredariya Geverê û wesayîtên arkujiyê reşandin.
Hêzên dewleta Tirk, ji maşînên zirxî gule li avahiya Şaredariya Geverê û wesayîtên arkujiyê reşandin.
Li Gever a ji aliyê hêzên çekdar ên dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin, ji maşînên zirxî gule li avahiya şaredariyê û wesayîtên arkujiyê yên şaredairyê hatin reşandin. Hêzên dewletê ku ji aliyekî ve nahêlin ekîbên arkujiyê yên şaredariyê şewata bi xaniyan ketine vemirîne, li aliyê din gule li avahiya şaredariyê ya li kolana Îpekyolû û wesayîtên arkujiyê reşandin. Ji ber ku di dema gulereşandinê de kes li derdorê nebûn, tiştek bi kesî nehat.
Ji ber êrîşê hem li avahiya şaredariyê hem jî li wesayîtên arkujiyê xisareke mezin çêbû.