Li Şirnexê kesek birîndar bû

Naîf Tatar ê 65 salî, ji ber ku topa artêşa Tirk li mala wî ya li taxa Dîcle ya Şirnexê ket, birîndar bû. Ji ber êrîşan, welatî nikarin Tatar rakin nexweşxaneyê.

Êrîşên çeteyên qesrê yên bi tank û topan li hemberî navenda bajarê Şirnexê bê navber dewam dikin. Naîf Tatar ê 65 salî, ji ber ku topa artêşa Tirk li mala wî ya li taxa Dîcle ya Şirnexê ket, ji milê xwe birîndar bû. Ji ber êrîşan, welatî nikarin Tatar rakin nexweşxaneyê.

Tevî ku agahî ji 112 Servîsa Lezgîn re hatiye dayîn jî, polîs nahêlin ambûlans xwe bigihîne taxê.