KCD-E: Em bi ruhê berxwedanê Newrozê pêşwazî bikin

KCD-E Newroz li gelan pîroz kir û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir, ku bi ruhê berxwedanê Newrozê pêşwazî bikin.

Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk li Ewropayê (KCD-E) bi daxuyaniyeke nivîsî got, "Newroz roja şeref, rûmet û berxwedanê ya Kurdan e."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di heman demê de roja rizgariya gelê Kurd ji koledariyê û xwegihandina azadiyê ye. Her wiha weke rojeke pîroz a rizgariya gelên Rojhilata Navîn cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girtiye. Ev roja pîroz a bi pêşengiya Kawayê Hesinkar, ku hors serê Dehakê xwînxwar perçiqand, di dîroka gel û neteweya Kurd de tê wateya rizgarî û azadiyeke mezin.

Di sala 1982'an de li zîndana Amedê, Mazlûm Dogan bi ruhê fedaî serî li hemberî Dehakan rakir û bi vê serî hildanê re ev roj bêhtir watedar kiriye. Di heman demê de nîşanî dost û dijminan daye ku rêberê hemdem ê têkoşîna azadiya Kurdan çiqasî bi azadiyê ve dilsoz e. Mazlûm Dogan bi vê çalakiya xwe ya fedaî ya li zîndana Amedê re agirê azadiyê derxistiye derve. Li ser bedenên dîrokî yên Amedê Zekiye Alkan, li Kadîfekale ya Îzmîrê Rahşan Demîrel û li Ewropayê jî Ronahî Bêrîvan bi bedena xwe ya kirin agir re dilsoziya xwe nîşan dane û ev roja pîroz bêhtir pîroz kirine."

'JI RÊBER APO RE AZADÎ, JI KURDISTANÊ RE STATU'

Di daxuyaniyê de berxwedanên li Silopiya, Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û pêşengên berxwedanê hatin silavkirin û hat gotin, "Bi pêngava serhildana topyekûn a li dijî qirkirinê re, ku Sêvêyan, Fatma û Pakîzeyan, Mehmet Tûnç û şehîdên berxwedanê yên 2016'an dan destpêkirin, Newroza 2016'an wê li Ewropayê jia liyê gelê me ve bi dilsoziyeke mezin were pîrozkirin. Weke şopdarên Ronahî û Bêrîvanan, Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, divê bi şiyara 'Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu' agirê Newrozê yê li Ewropayê bêhtir geş bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku hîn bêhtir xwedî li agirê pîroz ê Mazlûm Dogan, Zekiye û Rahşan derkeve û bêhtir tevlî berxwedana xweseriya demokratîk a li Kurdistanê bibe. Bi vê wesîleyê em Newrozê bi vî ruhî li gelê xwe û dostên xwe pîroz dikin."