BI DÎMEN

'Bi ruhê Newrozê re em berxwedanê mezin bikin'

Gerîlayan Newroza sala 2016'an pîroz kirin û gotin, "Newroza 2016 wê bibe destpêka azadiya gelê me. Divê gelê me bi ruhê Mazlûman xwedî li berxwedanê derkeve û berxwedanê mezin bike."

Gerîlayan Newroza sala 2016'an pîroz kirin û gotin, "Newroza 2016 wê bibe destpêka azadiya gelê me. Divê gelê me bi ruhê Mazlûman xwedî li berxwedanê derkeve û berxwedanê mezin bike."

Şopdarên berxwedana Mazlûm Dogan gerîlayên HPG û YJA Starê dan xuyakirin, ku Newroza 2016'an Newroza azadiyê ye. Gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ajansa me re axivîn, bang li tevahiya Kurdan kirin ku li dijî polîtîkayên komkujiyê bibin yek û li ber xwe bidin.

'HÊVÎDARIM NEWROZA 2016 BIBE WESÎLEYA AZADIYA KURDISTANÊ'

Gerîla Bahoz Sine Newroza 2016'an pîroz kir û got, "Ez Newrozê li tevahiya gelê me yê berxwedêr pîroz dikim. Hêvîdarim wê Newroz bibe wesîle ji berxwedaneke mezin û azadiyê re. Newroz ku roja berxwedaneke dîrokî ye me ji Kawayê Hesinkar dewr girtine û sembola berxwedana li hemberî Dehakan e."

Sine da zanîn, di rewşa heyî de gelê Kurd serketinên gelekî mezin bi dest xistiye û destnîşan kir, divê berxwedana li dijî dijmin mezintir bibe.

Sine got, "Di vê pêvajoya serketî ya şoreşê de pêwîste ciwan li dora şoreşê bicivin. banga me li tevahiya gelê Kurd ê welatparêz e; divê berxwedana xwe her timî bikin." Sine bang li ciwanên li çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî yên li Rojhilatê Kurdistanê kir, ku tevlî nava refên gerîla bibin, xwedî li berxwedanê derkevin û berxwedanê mezin bikin.

'RUHÊ BERXWEDANÊ YÊ MAZLÛM DOGAN DIJÎ'

Gerîla Bêrîtan Çiya jî da xuyakirin, ku Newroza 2016'an xwedî girîngiyeke dîrokî ye û got, "Ji bo Kurdan Newroz her tim bûye serhildan. Ji Kawayê Hesinkar destpê kir û bi Mazlûm Dogan re ev girîngiya berxwedanê dewam dike."

Gerîla Bêrîtan Çiya diyar kir, ev serhildan di roja îro de jî dewam dike û got, "Berê Dehakên zilm li gel dikir hebû. Îro jî dewletên ku em wan weke hegemon faşîst pênase dikin, hene. Pêvajo guheriye, cih guheriye, lê zîhniyet yek e. Di rêbaza dijminê me de ti guhertin nîne. Dijminê ku ji rijandina xwînê têr nabe, bi tundî bi ser gelê me de tê. Lê belê tevî her tiştî jî gel serî natewîne. Ruhê berxwedana Kawayê Hesinkar niha li Sûr, Cizîr û her devera Kurdistanê dewam dike. Berxwedana Mazlûm Dogan a li zîndana Amedê û berxwedana îro ya li gelemperiya Bakurê Kurdistanê ji hev cuhda nîne. Ruhê Mazlûm Dogan îro li Cizîr, Sûr û Nisêbînê dijî û wê her bijî."

'BI NEWROZA 2016'AN DE AZADIYA RÊBER APO NÊZ E'

Gerîla Çalak Tolhildan bal kişand ser girîngiya Newrozê ji bo wan û got, "Newroza 2016'an li gelê Kurd û gerîla pîroz dikim. Li gelê me yê li Sûr, Cizîr û Amedê li ber xwe dide, pîroz dikim. Hêvîdarim bibe saleke serketinê û azadiya Rêber Apo. Li tevahiya gelê Rojhilatê Kurdistanê, gelê Yarsanê pîroz dikim. Divê gelê Yarsanê, gelê Kirmanşahê û tevahiya gelê li Rojhilatê Kurdistanê tevlî berxwedanên li çar parçeyên Kurdistanê bibin."

'DI ŞEXSÊ YPS'Ê DE NEWROZÊ LI HEMÛ BERXWEDÊRAN PÎROZ DIKIM'

Gerîla Dengtav Gîvara jî di şexsê YPS'ê de Newroz li hemû berxwedêran pîroz kir û got, "Divê gelê me xwedî li berxwedana bi pêşengiya YPS'ê hatiye destpêkirin derkeve û li dora YPS'ê bicive. Pêwîste ruhê Newrozê were parastin û berxwedana li hemberî dijmin bê mezinkirin."

...