Li navenda Şirnexê şer giran e
Di roja 3. a 'qedexeyê' de hêzên dewleta Tirk bi tank û topan bê navber li navenda bajarê Şirnexê didin.
Di roja 3. a 'qedexeyê' de hêzên dewleta Tirk bi tank û topan bê navber li navenda bajarê Şirnexê didin.
Ji ber êrîşan hin xanî şewitîn. Li ser bersiva şervanên YPS û YPS Jin, şer derket. Şer bi dijwarî dewam dike.
Bomberdûman û êrîşên bi çekên giran ên hêzên dewleta Tirk di roja 3. de bê navber dewam dikin. Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogut û 23. Tumena Sînor a Jendermeyan bi tank û topan li navenda bajarê Şirnexê didin. Bomberdûman bi giranî li hemberî taxên berxwedana xwerêveberiyê Bahçelîevler, Dîcle, Cûmhûriyet, Îsmetpaşa, Yeşîlyûrt û Gazîpaşa tê kirin. Li Yeşîlyûrtê hin xanî şewitîn.
Maşînên zirxî yên li saziyên dewletê û li pêşiya taxan bi cih bûne, guleyan li nava taxan direşînin. Endamên YPS û YPS Jin bersiv dan êrîşên hêzên dewletê. Bi vê bersivê re li taxên Yeşîlyûrt, Dîcle û Bahçelîevlerê şer derket û ev şer dewam dike.
Li aliyê din, hat hînbûn ku di êrîşên dewleta Tirk ên duh bi şev ên li taxa Dîcleyê de welatiyek birîndar bûye. Li gorî agahiyan, welatiyê ku navê wî nehat zanîn li taxê tedawî bûye û rewşa tenduristiya wî niha baş e.