Berxwedana li Nisêbînê di roja 4. de ye
Li dû teqînên dijwar ên li Nisêbînê, ambûlans sewqî taxên berxwedanê hatin kirin.
Li dû teqînên dijwar ên li Nisêbînê, ambûlans sewqî taxên berxwedanê hatin kirin.
Li Nisêbînê, ku "qedexeya derketina derve" di roja çaremîn de ye, duh tevahiya rojê êrîş li hemberî taxan hat kirin û êvarê bêdengiye hebû. Lê belê danê sibehê hêzên dewletê de bi bomberdûmanê kirin. Piştî bomberdûmana ku demeke dirêj dewam kir, hêzên dewleta Tirk gule li taxan reşandin.
Li taxa Firatê ku topbaran lê kêm nebû, li dû hev teqînan rû dan. 2 ambûlans ber bi taxê ve bi rê ket.
Teqînên dijwar û êrîşên li taxê dewam dikin. Berxwedana hêzên YPS'ê ya li hemberî êrîşan didome.
Tevî "qedexeya derketina derve" jî, li taxên şer lê nîne gel qedexeyê nas nake û derdikeve derve.